Belê çawa kelîmeyek ji devê însan derdikeve, zahiren diçe fenayê. Lêbelê bi îzna Xweda Teala di guhan de, li ser kaxizan, di nav kitêban de, bi milyonan tîmsal û resmê wê têne muhafezekirin. Di hiş û aqilan de jî, bi qasî hejmara aqilan maneyên wê dimînin.
Her wusa jî, ew gula, di demeke kurt de, wezîfa wê diqede û diçilmise, dimire û diçe. Lê di quweya hafiza wan hemû însanên ku wê dîtine de û di dendikê toximên wê ku hemla nesla xwe hildigre de, sûret û maneyê wê baqî dimînin. Nexwe, çi toximê gulê, çi hafiza însan be, her wekî ku her yeke wî, weke makîneyeke fotoxrafan û –ji bo dewama wê– weke qutiya hifzê ne ku, sûret û zînet û menzîla wê gulê muhefeze dikin.
Ey heval! Însan jî, ne wek heywanekî beredayî, bêxwedî û serserî ye. Bes hemû hal û hereketên wî, têne nivîsîn û tên qeydkirinê. Û encamên kirin û amelên wî têne muhefezekirinê. Da ku di mehkema kubra ya mezin de, li gora wê, derece bistîne. Xulase, çiqas texrîbat û mirinê ku di payîzê de çêdibin, her wekî terxîs û îzin in; amadekarî ye ji bo cîhên mêvanên ku demsala biharê de ji nû ve tên.
Û dîsa, Saniê ku di vê alemê de teseruf dike, “kitêbeke wî ya mubîn” a wusa heye ku piçûk û mezin, çi hebin, tê de hatine qeydkirinê; tu tiştek li dervayê wê nemaye. Tenê li maddeya nîzam û întizama alemê ku ji maddeyê wê kitêbê ne, binêre! Belê em dibînin ku hemû tişt wezîfedar in û wexta têne terxîskirinê û ji daîra wucûdê dertên, Fatirê Hekîm gelek sûretê wan di “lewhul mehfûz”ê de qeyd dike. Û tarîxa heyata wan, di dendik û toximê wan de, dineqişîne û dinuxumîne. Û di gelek ayîneyên xeybî de, wan îbqa û mayende dike. Mesela, çawa ku darek, bi meywê xwe, hamîle ye; her wusa, toximê darê jî, bi meywa darê, hamîle ye. Nexwe, çawa di bunye û binyada darê de, meywe heye; wusan jî, di toximê de jî, meywe heye. Û dîsa pir tiştên ku mirine û terka heyatê kirine, di quwwa hafiza însanan de, dimînin.
Va ye ji van mîsalan hate fehm kirin ku qanûna hifz û parastinê, çiqas berfireh û muhît e. Belê xwediyê evî mewcûdatî, bi ehemiyeteke pir mezin, hemû tiştên ku di mulkê wî de cereyan dikin, girtiye bin hifz û muhefezeyê. Û ji bo hifza hakimiyeta xwe, dîqeteke wî ya bêhed heye. Û di daîra rubûbiyeta wî de,