mêvanên ku li wir bi cîh bûne, binêre; tête dîtin ku ew warê ku bi milyonan panot pere ava bûye, ji bo zemanekî pir hindik e. Ew xeml û xêz, tiştên qiymetdar, tev sûret û numûne ne. Û mêvan û misafir, tenê li tema xwarinên xweş dinihêrin û zikê xwe têr nakin. Û her mêvanek, bi makîneya xwe ya xusûsî, resmê wan xeml û xêzên li wî warî, dikşîne. Û memûrên ewî Mîrî jî, hemû hal û hereket û kar û kirinên wan bi dizî dinivîsin. Û ew Mîr jî, di her demsalê de, bi milyonan wan xeml û xêzan, wan tiştên xweşik û rindik, ji bo mêvanên ku dê nû werin, xera dike, hildişîne û ji nû ve çêdike. Û wuhareng, gelek gelek tiştên balkêş û xerîb dixwuyên. Va ye, ev rewş dide nîşandan ku war û diyarên ewî xwediyê van wargehên muweqet û demî yên pir bilind û qîmetdar; û qesr û kaşxaneyên wî yên ebedî û sermedî, hene. Evan rewş û tiştên ku di vî warê fanî de tên xuyan, numûne ne bo teşwîqa misafiran a ji bo tiştên bilind ên ku di wan wargehên ebedî de ne.
Mîna vê hawê, gava meriv bala xwe bide rewşa vî warê dunyayê û dêna xwe bide însanê ku tê de ne, tê fehmkirin ku; ev dunya, ne warekî ku ji bo ebedî bimîne, hatiye çêkirinê. Bes ji bo mexlûqatê ku mêvanê dîyarê “darus selam”a Xwedê Teala ya ebedî û sermedî ne, wek xanekê û wek eywanekê ye û ciyê sekanê ye. Ev tiştê xweş û rind ên li vî warê dunyayê, têne xuyanê, ne ji bo zewq û lezetê ne. Lewra, lezeta bidestxistinê û wîsala wan, bi ser êş û elema firqet û hîcrana wan nakeve, têrê nake.
Her wuha, tu kes di wan lezzetan de negihîştiye mirazê xwe û têra dilê xwe tam nekiriye. Yan umrê wan lezzetan kin e, yan jî ji ber ku umrê însan kurt e, nagihêje mirazê xwe. Bes ew lezetana û ewan tiştên rind û xweşik, ji bo sewqa bi bal îbret û şukrê ne. Lewra ewana numûne ne ji bo hinek nîmetên Xweda Teala yên heqîqî ku di cennetan de û ji ehlê îmanê re amade kirîye. Û ew mesnûatê fanî yê bi xeml û xêz, ne ji bo adem û fenayê ne. Belkî/bîlakîs, sûret û mînak û mane û encamên wan tên girtin; di alema ebedî de, ji bo ehlê ebedê, dîmenên daîmî, bi wan tên çêkirinê. Yan jî Saniê alemê, li gora hikmeta xwe, şekl û şemalan didê. Lewra ew mesnûat, ji bo beqayê hatine çêkirinê. Ew mirin û fenaya wan a zahirî, terxîsa ji wezîfê ye; ne tunebûn û adem û îdam e. Belê ger mirina wan fena be jî, ji cîhetekî tenê de diçin fenayê, lê bi pir aliyan de, baqî dimînin. Mesela li vê gul a ku esera qudret a ezelî ye, binêre!