Şayet ji hatina axiretê re evqas delîl û sebebên bêjimar tunebûna jî, tenê yek duayekî evî zatî, dibû sebebê çêkirina evê cenneta ku li ba Xaliqê Rehîm qasî îcada bihara me, rihet û hêsa ye. Nexwe, çawa rîsaleta wî zatî, bû sebeb ji bo çêkirina vî warê îmtihanê û bû mezher ji sirra
لَوْلاَكَ لَوْلاَكَ لَمَا خَلَقْتُ اْلاَفْلاَكَ
re. Her wusa jî, ubûdiyeta wî zatî jî, bû sebeb ji bo çêkirina diyarê axiretê û seadetê.
اَللّٰهُمَّ صَلِّ وَسَلِّمْ عَلٰى ذٰلِكَ الْحَبِيبِ الَّذِى هُوَ سَيِّدُ الْكَوْنَيْنِ وَفَخْرُ الْعَالَمَيْنِ وَحَيَاةُ الدَّارَيْنِ وَوَسِيلَةُ السَّعَادَتَيْنِ وَذُو الْجَنَاحَيْنِ وَرَسُولُ الثَّقَلَيْنِ وَعَلٰى اٰلِهِ وَصَحْبِهِ اَجْمَعِينَ وَعَلٰى اِخْوَانِهِ مِنَ النَّبِيِّينَ وَالْمُرْسَلِينَ، اٰمِينَ
Û dîsa, di tijîbûn û valabûna vê alemê de û di sewqa hemû mexlûqan a bi bal armancekî ve û di emirberiya ecramê erd û asîman a di bin qudretekî de, eserê seltenet û hukumdariyeke pir mezin tê xuyanê. Û ji vêya tê fehmkirin ku Sanîê Ezîm ê ku li vî mewcudatî teserruf dike, xwediyê rubûbiyet û selteneteke xarîqe ye. Hale hale, ev warê dunyayê, marûzê zewal û xirabûnê ye. Her wekî xanekê ye ku ji bo mêvan û misafiran hatiye çêkirinê, daîma tijî dibe û vala dibe. Ne jê re şiklekî sabît heye; ne jî, ji şêniyên wî re sekan û qerarek… Ji bo teşhîr û îlana numûneyên senetên Saniê alemê yên balkêş û xerîb, wek meşher û pêşengehekê ye ku ji guherînê xalî nabe. Lewma, ji bo wan însanên ku di wê xanê de û di wê meşherê de dicivin û kom dibin, sekan tune ye. Lewra war û meskenê wan, bêqerar û bêsekan e.
Va ye ev rewş û weziyet, bi delaleteke qet’î şehadet dike ku li pey vî warê fanî, dê seadet û cennet û qesrên sermedî, sabît, baqî, ebedî yên ku ji wê selteneta sermedî re bibine war û wargeh, hebin. Lewra fanî, ji baqî re nabe meqar û diyar. Belê, gava meriv li vî warê weke ku Mîrekî ji bo mêvanên xwe yên rêwî çêkiriye û li