Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Belê însan wexta destê wî û yan devê wî negihêje tiştekî rind, ji bo teselliya xwe, înkar yan jî teqbîh dike. Lewma, ev alema muntezem, çawa Sanîekî/Sene’tkarekî dixwaze, her wusa, Sanî jî, alema axiretê dixwaze.

   Û dîsa, şefqeteke Sanîê vê alemê ya gelek rehîmane heye. Lewra em dibînin ku di vê alemê de, bi lez û bez alîkarî dighêje hewara her musîbetzedeyekî. Yê ku xwe davêje dergahê izzetê, xelas dibe. Kesê ku tiştekî dixwaze, daxwaza wî derhal bi cîh tê û tête dayîn. Dengê jîndarekî herî ji rêzê, tête sehkirin û îhtiyacê wî tê dayîn û duayê wî tê qebûlkirinê. Va ye zatekî xwedî evê şefqet û rehmetê, dê ewê cennet û seadeta ebedî û “ba’sû ba’del mewt/vejîna piştî mirinê” ya ku serwerê beşer derheq evê îhtiyaca new’ê beşer a herî mezin û herî lazim û herî zerûrî û giring de û li ser navê hemû însan dua kiriye û dixwaze, dê çêke. Bilxasse ji dua û daxwaza umûmî ya ewî reîsê muhterem re, jîndar tev û hemû mexlûqat dibêjin “Amîn! Amîn!”

   Binêre, ew zatê ku serwerê beşer e, ji bo xaye û meqsedeke wusan dua dike û seadetê dizwaze ku însan û hemû mexlûqat, ji ketina fenaya mutlaq a ku esfelê safilîn e, ji bêqîmetiyê, bêfaîdetiyê, ji bêmanetiyê derdixîne û wan dighîne qîmeta ku elayê îlliyyîn e, beqayê, wezîfa bilind, dereca mektûbatê semedanî. Dîsa binêre, wusan bi hawar û fîzareke îstimdatkarane gazî dike û dixwaze û wusan bi niyazeke şirîna îstirhamkarane lava dike, wekî ku hemû mewcudat û erd û asîman dide guhdarkirinê û tîne wecdê û ji dua û daxwaza xwe re  “Amîn! Allahumme amîn!” dide gotinê.

   Gelo ev fexrê kaînatê ku şerefê newê’ însan e û ferîdê kewn û zeman e, hemû însan daye dû xwe û li ser rûyê erdê sekiniye û berê xwe daye dergahê erşê alayê îlahî û destê xwe bilind kiriye û di nav heqîqeta ibadetê Ehmedî (s.) de –ku cami’ê xulasa ibadetê newê’ beşer e– dua dike; ka çi dixwaze, em guh bidinê. Binêre, ji xwe û ummeta xwe re, seadeta ebedî dixwaze, beqayê dixwaze, cennetê dixwaze. Him tevî hemû esmayê qudsî yên Îlahî –yên ku di ayîneya mewcûdatê de, cemala wan tê xuyanê– dixwaze. Ji wan esma, şefaetê teleb dike, tu dibînî. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat