Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

huqûqê îbad bête muhafezekirinê. Lewra ev warê dunya fanî, nabe mezher û mekanê wê edaleta mezin. Nexwe ew çax, ji bo wî sultanê adil, cenneteke baqî û cehennemeke daîmî, lazim in.

   Dîsa tête dîtin ku xwediyê vê alemê –bi delaleta evqas kar û kiryarên ku kiriye– çawa xwedî sexawet û keremeke xarîqe ye; her wuha gelek gelek xezîneyên wî yên wek roj û hîvên tijî tav û ronahî; û dar û berên ku bi meywe û fêkiyan ve xemilî, hene. Ji ber vê qasê, ev sexawet û kerema ebedî, serweta bêdawî, ziyafetgeheke daîmî dixwaze û îcaba dewama wucûda muhtacan jî dike. Lewra sexaweteke bêdawî û keremeke xarîqe, dixwaze ku daîma li xelqê kerem û qenciyê bike. Ev jî, dewama hebûna muhtac û minettarên kerem û îhsanê, dixwaze.

   Û dîsa, ji nîşandana van kar û kiryarên kerîmaneyên hîkmetdar û mucîzewar, tête fêmkirin ku Sanîê faîl, gelek kemalên Wî yên veşarî hene. Û dixwaze van kemalan ji temaşevanê alemê re, bi daîmî teşhîr û pêşkêş bike. Lewra kemaleke daîmî, eyaneke berdewam dixwaze û her wuha dewama wucûda teqdîrkarê xwe jî divê. Lewra însanê ku li benda edem û mehfa mutlaq be û jê re namzet be, qîmet nade qencî û kemalan, heta di şûna teqdîr û şabaşiyê de, tehqîr û dilsarî nîşan dide.

   Û dîsa bedewî û cemaleke manewî ya mucerred a Sanîê van mesnûatê rind û rengîn û rewnak, heye. Ji bo wê cindîtî û cemala Wî ya veşartî, gelek xweşikayî û letaîf hene ku bi vî eqlê xwe yê kurt, em nikarin îdrak bikin. Xulase, ji ayîneyên wê cemalê yek jê, rûyê erdê ye. Ev rûyê erdê, di her sedsalê de, her demsalê de û her dem, sîhên wan tecellîyên cemalê, daîma teşhîr û tewsîf û îlan û eşkere dike.

   Û dîsa heqîqeteke sabît e ku xwedî cemaleke bilind, dixwaze cemal û zerafeta cemala xwe, bîzzat bi çavê xwe –bil wasita– bi çavê yên dinan, bibîne. Ji ber vê qasê, ger cemal ebedî û sermedî be, bi hemû hal, lazim û zarûrî ye ku ew eynikên narînî û nazenîniya wê cemalê nîşan didin jî, ebedî û daîmî bin. Lewra sipehîtî û bedewbûneke baqî, bi evîndar û muştaqekî fanî, qayîl nabe. Û eşq û evîna aşiqekî fanî û zaîl a ji meşûq û mehbûba xwe ya ebedî û daîmî re, duqulibe dijminatîyê. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat