Digel vê qasê, ewê ku evê alemê çêkiriye, alema din çêneke, evê kaînatê anîbe wucûdê û kaînata din ava neke û evê dunyayê xuliqandibe û dunya din nexuliqîne; ev ne mumkun e. Lewra selteneta rubûbiyetê xelat û celatê dixwaze. Û dîsa, Sanîê alem, rehmeteka wî ya wusan fireh heye ku her tişt daye ber xwe û rapêçaye û îstila kiriye. Şefqeta dayîk û bavan, hetta ya nebatan a ji zarokê xwe re û hêsanîya rizqê zarokên piçûk û zeîf, ji wê behra rehmetê, wek dilopekê ye. Di navbera ezamet û mezinahiya behra wê rehmetê û di vê dunya fanî de, di vî umrê kurt de, bi van nîmetên evqas zaîl ên bêqerar û bi kul û derd de û însanê ku ebediyet û beqayê dixwaze de, tu munasebetek tunîne. Û her wuha, çûyîna bêveger, nîmetê bi nîqmetê, şefqetê bi zehmetê, muhebbetê bi musîbetê û lezetê bi şewatê û rehmetê bi zulmetê diguherîne.
Û dîsa ji teserûfata alemê tête fehm kirin ku Sanîê alemê, celaleke wî ya bilind û heysiyeteke wî ya ezîz heye ku kesê li pêşberî ezemeta wî, îbadetê neke û qedirzanîyê nîşan nede, ku cezayê wî, jipaşve bixe û îmhal bike jî, jibîr û îhmal nake.
Û dîsa kesê ku emr û nehyê wî sultanî, bêqîmet bibîne; û bi îmanê, jê re îmtisal û îtaetê neke; û bi îbadetê, xwe pê nede hezkirinê; û bi şukurdariyê, hurmeta xwe nîşan nedê; helbet dê ji bo wan, li qerargeha ebedî ya rubûbiyetê, warekî xelat û celatê, dar û dîyarekî ceza û mukafatê, hebe.
Û dîsa, ji wan rindiyên sen’etê, ji întizam û îhtimamên ku di hemû mexlûqan de tête dîtinê û ji wan faîde û meslehetên ku di her tiştî de tête teqîb kirinê, tê fehmkirin ku Sanîê Zulcelalê ku kaînat di bin teserrûf û tedbîra Wî de ye, hikmeteke Wî ya umûmî ya pir mezin heye. Lewma îcaba wê hikmeta amme ye ku kesê bi îtaetê, îltica û dexaletê Wî bike, dê naîlê lutf û keremê bibe.
Û dîsa, tête xuyan ku her tişt, li ser keml û qewama xwe, hatiye danîn. Û her heq, teslîmê xwediyê wî dibe. Û li gor dil û daxwazên muhtacan, îhtiyacê wan bi cîh têne anîn. Û her xwestek û duayên ku –çi bi zimanê îstidadê û bi lîsanê ihtîyacê fitrî û çi jî bi zarê zarûret û izdirarê– dikin, têne bersivandin û cewaba wan tête dayîn. Edaleteke ku eserên wê di dunyayê de, awha tê dîtin, helbet jê re mehkemeyeke mezin û kubra lazim e; da ku bi hakimiyeta rubûbiyetê,