Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Û dîsa sultanekî bi tevdîr ê wusa ye ku hemû xebat û lebat û xizmet û hacetên milletê xwe, dinivîse û dide nivîsîn û her hedîse û bûyereke ku di milkê wî de diqewime, resmê wan dikşîne û fîlmê wan hildide, tespît dike û diparêze. Helbet ev rewş û weziyet, bi awakî qet’î dide zanîn ku dê muhasebeyekê, mehkemeyekê, xelat û celatekê çêbe.

   Û dîsa we’d û tehdîdên wî yên ku pir zêde û bi tekrar, derheq xelat û celatê de, ku hebin; û ew tiştên ku we’d û weîda wan tê kirin ku ji qudreta wî re giran neyên; û ku evan jî, ji reiyeta wî re xayet muhim bin; helbet di wê we’d û ehdê de, xulf û xêlifî tune û nabe. Lewra xulful we’d, ziddê izzeta qudretê ye.

   Û dîsa li gor îttifaq û îctimaya –ku gihîştiye dereca tewaturê– muxbîran, wargeh û cewelangeha teserrufa wî seltenetê mezin û muhteşem, bes warê axiretê ye. Ev warên piçûk, ev meydanên teng, ji wî seltenetê muhteşem re, nabe cîhekî daîmî. Lewra tiştên wuha yên zaîl û bêqirar, ji bo wî seltenetê mustaqar, nabe cîh û war.

   Belê, ew sultanê mezin, li vê meydanê û warê piçûk, gelek civîn û veqetînan dide nîşandan. Feqet meqsed û xaye, ne ew tişt bi xwe ne. Bes, nîşandana numûneyên wan hal û karan in ku dê li meydana axiretê ya mezin, biqewimin. Lewra ew muameleyên ku di wê mehşera mezin de dê bibin, dê li gor van numûneyên piçûnok cereyan bikin û bimeşin. Nexwe, ev rewş û rengên fanî û zaîl ên ku di van waran de tên nîşandanê; dê di wê alemê de, fêkiyên daîmî û baqî bidin.

   Belê, dereca hikmet, înayet, edalet, rehmet, şefqeta ku ew sultanê di van warên fanî de û di van meydanên bi tirs û saw de, nîşan dide; li ser wan re, tunne; ji îmkan, der e. Helbet senetên xarîqeyên evqas qiymetbuha û giring, warên qedîm, wargehên daîm, şêniyên qaîm, dixwazin. Da ku bibin mezherê wê heqîqeta edaletê û hikmeta bilind. Ger na, ew çax lazim tê ku hikmet û înayet û merhemet, were înkarkirinê. Û di eynî demê de, xwediyê van kar û kirinên ku ji hikmet û înayeteke evqas mezin derketine, gere zalim û xeddar û sefîh bête qebûl kirinê. Ev jî, îcaba berevajîbûna heqîqetan dike.

   Û dîsa gelek gelek delîl û burhan hene ku evan warên fanî, dê biqulibin bal sûretekî wusa ku, ji seltenetê daîmî re bibin wargeh û qerargeh. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat