Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Belê gava bi yek Xwedayî neyê bawerkirin, divê bi qandê zerratê kaînatê û murekkebatê wê, hebûna îlahên bêjimar, bête qebûl kirin. Û her wuha, divê ji van îlahan her yekî wî, qadirê xulqa kaînatê be. Lewra her cuzekî jîndar, fîhrista hemû zîheyatan e. Yê ku karibe cuzê çêke, divê qadirê çêkirina kullê be jî.

   Û dîsa çawa hebûna rojê, bêtav, ne mumkun e; hebûna Xweda Teala jî, bê eyan û xûyan, ne mumkun e. Danezanîn û xwe nîşandan jî, bi şiyandina pêxemberan ve, pêk tê. Û dîsa, ji bo zanîn û eyan û nîşandana cemaleke herî bilind a ku gihîştibe heddê kemalê, te’rîf û danasîna pêxemberan lazim e.

   Û dîsa kemala xweşkayiya senetê ku gihîştiye dereca kemala cemalê, bi rêberî û nîşandana pêxemberan ve, pêk tê.

   Û dîsa rûbûbiyeta giştî, ubûdiyeta kullî dixwaze. Ev jî, bi îlan û danezanîna wehdeta îlahî ya ku pêxemberanê zulcenaheyn (dubask, dualî)a ji xelqê re dikin, mumkun e.

   Û dîsa, daxwaziya xwediyê rindiyê tunebe û eyneyeke ku tê de bête temaşekirin nîn be û kesekî terîfdar ku qasidiyê neke, dîtin û nîşandana rindîya Wî, ne mumkun e. Ev jî, tenê bi wasita pêxemberan pêk tê. Lewra pêxember, bi îbadetê xwe ve, ji husna Xaliqê xwe re ayîne ne; bi aliyê xwe yên pêxembertiyê ve jî, ji xelqê re îlan û eşkere dikin.

   Û dîsa ji bo vekirina xezîneyên zatekî yên ku bi cewher û tiştên qiymetdar ve tijî, nîşandan û pêşkêşkirina wan a li xelkê û îlana seltenet û dewlemendî û qudreta ewî zatî, tenê bes memûrekî ku bi musade û îradeya wî zatî û ji teref Wî ve hatîbe emir û tayînkirin, lazim e. Bê emr û îrada Wî, ev kar nayê kirin. Ha ew memûra, pêxember e.

   Heval! Di alemê de, xêncî Hz. Muhemmed Eleyhîsselatu Wesselam, kesekî dinê ku xwediyê van wesfan be û wan wezîfan bi awakî bêqusûr bi cîh anîbe tune ye. Yê herî camî’, herî kamil, herî fazil, ew şexsa ye. Yê ku bi rêk û pêk teşhîr û teblîx û tewsîf û terîf û îlan û eyan dike, ew zat e.

   Birayê Ezîz! Aniha dor hate behsa telazuma di navbeyna “baweriya bi Xwedê” û “baweriya bi axiretê”. Xwe amade bike, guh bidê! 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat