Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Xulase, her çiqas her fiqreyek, bi tena serê xwe, ji nîşandan û beyana muhra ehediyetê re kafî ye; heyet û yekûna hemû fiqran, pir eyan û eşkere, bi terîqa ewla, xatema ehediyetê nîşan dide. Va ye ji vê îzah û beyanê, sirra vê ayeta kerîme ya

وَلَئِن سَأَلْتَهُمْ مَنْ خَلَقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ لَيَقُولُنَّ اللَّهُ

eşkere bû. Yanî gava ji wan munkîrê biînyad tê pirsîn ku “Xaliqê erd û asîman kî ye?”  Dê çar û naçar bêje, “Ellah e”.

   Ey heval! Di heqîqetê de, di navbera ûlûhiyet  û risalet û axiret û kaînatê de, telazum heye. Yanî hebûn û subûta ji vana yekî, hebûn û subûta ewên din jî, dixwaze. Bawerîya bi yekî, îcaba bawerî û îmananîna bi yê din jî, dike. Belê mesela kitêbeke ku di her kelîmeya wê de, kitabek hatibe nivîsandin û her herfeke wê de rêzek hatibe bi cîh kirin, çêbûna wê ya bêyî nivîskar, ne mumkun e. Kitêba kaînatê jî, girêdayî bi wucûba wucûda Neqqaşê Ezelî ye. Kesê ku ne serxoş bin, tenê îmana bi Neqqaşê Ezelî ve, dikarin bibine şahidê kitêba kaînatê.

   Û dîsa, avahîyekî ku tê de xarîqeyên senet û neqş û xemlên balkêş hebin, çawa ku çêbûna wê ya bêsenetkar û bêhosta, ne mumkun e; wusan jî, hebûna vê alemê, girêdayî hebûna Sanîê bêmîsal e. Kesê ku bi serxoşiya dalaletê ve serxoş nebûbe, nikare wan ji hev biqetîne.

   Û dîsa çawa ku înkara ewê roja ku bi birq û çirûskên tîrêja tava wê ya di pelqikên li ser behr û çeman de diteyîse, ne mumkun e; her wusan jî, ji bo kesê ku aqilê wî xerab nebûbe, hebûna vê kaînata ku bi întizameke mukemmel diguhere û nûcar dibe ya li ber çavan, tenê bi bawerî û tesdîqa wucûba wucûda Banî û Sanîê bêmîsal ve, mumkun e. Lewra yê ku evê kaînata muhteşem, bi meşîet û hikmeta xwe ve, ava kiriye û bi dustûrên qeza û qedera xwe ve, fesilandiye û bi qanûnên adetên xwe ve, têkûz kiriye û bi namûsên înayet û rehmeta xwe ve, xemilandiye û bi cîlweyên cemala esma û sifatên xwe ve, rohnî kiriye, bes bi tenê Banî û Sanîê vê kaînatê ye. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat