7- Nuqteyên eleqedarî û pêwendiya wan, tevî ku bêjimar in jî, di eserên wî de, nerindî nayête dîtin, bi awayê herî xweşik çêdibe.
8- Tevê ku di navbera ferd û cinsan de, ji hev dûriyeke mutlaq heye, tewafûq û li hev hatineke mutlaq heye.
Ey heval! Her yek ji van fiqre û xalan, bi tena serê xwe jî, ji bo ravedana wê sikkeyê kafî ye. Ka binêrin, sexaweteke herî xarîqe û xweşikayiyeka senetê ya herî xarîqe, xasseya qudreteke muhît e. Û întizam a digel suhûlet û hêsaniyeke xarîqe; xasê zatekî wusa ye ku xwedî ilmekî muhît e ku qet tu tiştek lê zor nayê. Lezî û sûr’eteke mutleq a mu’cîzane ya bi tevî mîzana ku her wekî hatiye pîvan, mexsûsê wî zatî ye ku her tişt musexxerê bin ferman û qudreta xwe kiriye. Belavebûyîna cinsan a pir, digel tasarrûfeke fireh û xweşikayiyeka senet a xarîqe, xasê zatekî ku bi ilm û qudreta xwe ve, li cem her tiştî ye. Digel pirbûnê, qîmetdariya senet a di her ferdî de, mexsûsê zatekî xwedî xezîneyên bêhed û dewlemendiyeke bêdawî ye Digel tevliheviya ferdan a pir û pir, bêxeta û bêxeletîya bi temyîz û safîkirineke fewqelade, xasê zatekî wusa ye ku her tiştî dibîne û her tişt di bin emr û fermana Wî de ye ku karê wî ji hev re nabin manî’ û asteng.
Û dîsa tevî ku di navbera efrad û eşyayê li rûyê erdê belav bûne de, mesafeyeke dûr heye; tewafuq û lihevhatina wan a di hêla çêbûna şekl û şemal û rewşê wan de, mexsûsê zatekî wusa ye ku kurreya erdê di bin destê teserrufa ilm û hikmet û hukmê Wî de ye.
Û dîsa tevî pirbûna efradê cinsan, her ferdekî ku xwedî rindî û xweşikayiyeke xarîqe ye, dide zanîn ku ev kar, xasê Qadirekî Mutlaq e ku mezin û piçûk, pir û hindik, jê re yek in.
Di her yek fiqre û xaleke derbasbûyî de, ayet û delîlekî dinê jî –yê ku delalet dike û dide zanîn ku temamê tiştan, kar û senetê yek Sanîekî / Senetkarekî ne– heye. Belê, di navbera sexawet û îqtisadê de; sur’et û întizamê de; erzanî û qiymetdariyê de; tevlihevî û bijartebûnê de, tezat û nakokî heye. Cem’ û komkirina van zittan a di fîîlekî de, tenê mexsûsê Sanîekî Qadîrê Mutlaq e ku qudreta Wî re nîhayet tune ye.