Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Ey kafir! Piştî ku te ev seh kir, baş bifikire! Qudreta te heye ku tu senetekî terzîtiyê hênî zerreyekî bikî? Tabîet û sebebên ku te ji xwe re wek îlah hebandine û wek xaliq hesibandine, qudreta wan heye ku rû û sûretê her tiştî yên cûrbecûr û cihêreng bibirin û bidirûn û bifesilînin?

   Ka binêre ey kafirê mehrûmê ji çav! Însanê ku meyweyê dara xilqetê ye û di hêla îrade û hêzê de, li ser sebeban re ye, hemû zanîn û qabîliyeta xwe ya terzîtiyê kom bike, nikare ji dareke bi dirî û îstirî re, kirasekî bidrû û lê biedilîne. Hale hale Sanîê Hekîm, di zemanê çêbûn û gihîştina her tiştî de, gelek kirasên nû û taze taze û hûlleyên kesk û rengîn, pir bi întizam û bi lez û hêsan çêdike û li wan dike. Fesubhanellah!

   Belê munezzeh e, ew Xwedayê ku wucûda her tiştî, girêdayî emrê wî ye, munezzeh e. Ew Sanîê ku melekûta her tiştî di destê wî de ye, munezzeh e. Sanîê ku ji hemû mexlûqat re mercî û pişt e, munezzeh e.

   Ey heval! Li ser her mewcûdekî, sîkke û muhreka Sanîê Ehed û Semed heye û şehadet dikin ku ew tişta, mulk û eserê senetê Sanîê Ehed û Semed e. Belê ji wan sîkkeyên bêhed ên ehediyetê û muhrên bêjimar ên semediyetê, tenê li sîkkeya ku di fesla biharê de, li rûpelê erdê hatiye danîn, binêre ku evan fiqre û cumleyên muteselsil ên ku emê qala wan bikin, ewê sîkkeyê mîna rojê nîşan didin û rava dikin.

   Belê di sehîfeya erdê de, îcadeke pir balkêş û xerîb û hakîmane, tête dîtin. Ger bixwazî ewê quwet û fealiyeta ku evê îcada li ber çavan nîşan dide, bibînî; bala xwe bide van fiqreyên ku tên!

   1- Ew fîîla îcadê, ji kerem û sexaweteke mutlaq a pir fireh û mezin tê.

   2- Ji hêzeke mutlaq û bi hêsaniyeke mutleq, derdikeve.

   3- Bi întizameke mutleq û bi lez û sur’eteke mutlaq ve, dertê holê.

   4- Awakî bi mîzan û pîvan û di berfirehiyeke mutleq de tête dîtinê.

   5- Digel ku eserê senetekî rind e, di erzaniyeke mutlaq de tête xuyanê.

   6- Her çiqas, tiştên ku pê re têkildar e, tevlihev in; bi îmtiyaz û ji hev veqetîneke mutleq û bi bêîltibasî û bêxeletiyeke mezin ve çêdibe. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat