Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

wezîfa xwe bi cîh bîne. Eger ev zerreyên ku wek memûr wezîfeyên xwe bi cîh tînin, emirberî û bindestiya wan a ji emr û îradeya Xwedê Teala re, kafirane bête înkar kirinê, ew çax, ew zerre gava ku bikeve bunyeyekî ji bunyeyan, lazim e ku hemû cîhaz û rewş û teşekkula wê bunyeyê bizanibe. Tenê ew kafira dikare bawer bike ku ev ilm û zanîn, di wê zerreyê de heye.

   Digel vê qasê fêkiyek, nimûneyeke piçûçik a darekê ye. Ew dendikê di wê fêkiyê de, deftera emelê wê darê ye. Tarîxçeya heyata wê darê, di wê dendikê de hatiye nivîsîn. Wuhareng, yek meyweyek li hemû darê, hetta li cinsê wê darê, hetta li kureya erdê dinêre û bi wan re eleqedar e. Nexwe, mezinahiya manewiya ku di senetê meyweyekî de heye, qasî mezinahî û cesameta dunyayê ye. Ewê ku ewê zerreyê, bi tevî ewê giraniya wê ya manewî ya di aliyê senetê de hildigre, çêbike; çêkirin û avakirin û hilgirtina kurreya erdê, jê re giran nayê. Gelo ji bo ewî kafirê munkîr, ehmeqtiyeke qasî ku him di qelbê xwe de kufreke wuha hilbigre û him jî, de’wa hiş û zekayê bike, heye?

   Ey heval! Ji bo her tiştekî, du sûret / rûber hene:

   Yekî wî: Sûretê maddî ye; ku li ber çava ne û adeta wekî kirasekî bi teqdîra qederê li gora wucûda her tiştî hatiye birîn û fesilandinê.

   Yê din: Sûretê ma’qûle û manewî ye; ku suret û şexsiyeta wehmî ye ku di muddetê umrê tiştekî de û bi yekûna wan sûretên wî yên maddî yên cuda cuda ku bi derbasbûna sal û zemanan de guhertiye, pêk tê.

   Wek agirekî yan jî roniyeke ku bi sûr’et bête fetilandin ku ji wê sur’etê daîreyek tête dîtin û xeyalkirin. Ev rûberê duduyan ê ku tarîxa her tiştî dide zanîn û merkeza qedera Îlahî ye û jê re “muqedderata eşya” tête gotin, sûretê / rûberê maqûle ye. Li gorî sûretê maddî, çawa ji her tiştekî re dawî û armancek heye, li gorî sûretê manewî jî, ji her tiştekî re paşiyek û ji bo hin hikmetê manewî, xayeyek heye. Ji ber vê qasê, di sûretê maddî yê her tiştî de, qudreta îlahî hosta û banî ye; qeder jî, muhendis e. Di sûretê manewî de jî, qedera îlahî mîstar e; yanî xet û xêzên teşekulatê dikşîne. Qudret, mastar e; yanî ewan teşekulatê ku li ser wan xetan çêdibin, ji kaniya qudreta îlahî dizên û sadir dibin. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat