Lasiyyema
(Ev lasiyyema, ji alîkî de, esasê “Gotina Dehan”e û
“Meqamê Duduyan” ê “Gotina Bîst û Heştan” ê Erebî ye.)
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
Hemd û sena û şukrên bêhed, ji Wî Sanî’ê Hekîm re bin ku, hemû zerratê kaînatê –çi bi ferdî û çi jî bi tevahî– bi lîsanê acz û feqra xwe ve, ji îcaba hebûn û yekbûna Wî re, şahidiyê dikin. Û selat û selam, li ser resûlê wî û li ser al û eshabê wî reslûlî û li ser enbiya û murselînê birayên wî û ibadê salihîn bin ku tilsima kaînatê nîşan daye û ayetên wê, keşf û beyan kirine.
Ey heval! Tebîet û sebebên li vê alemê, derê şukr û ibadetê li hinek însanan girtine û ji wan re deriyê şirk û kufrê vekirine. Hale hale, haya wan jê tune ku binyad û bingeha şirkê, li ser muhalên bêjimar ava bûye. Ji wan muhalan, ezê yek hebekî beyan bikim; da bila bi çavê xwe yên kor bibînin ku şirk çiqas nerind û xirab e. Wuha ku:
Xwediyê baweriya kufr û şirkê, gava dest ji serxoşiya cehaletê berde, bi çavê ilmê, li kufra xwe binêre, ji bo îman û îza’na bi wê kufrê, dê mecbûr û bêmecal bimîne ku tonek giranî li zerreyekî bar bike û di her zerreyekî de, matbaeyên bêjimar îcad bike û bide destê tabîetê û sebeban; û dersa zerafeta senet a di hemû mesnuetê de, bide tebîetê. Lewra, her zerreyeke ji unsûrê hewayê mesela, dikare li ser temamê nebatan, kulîlkan, fêkiyan deyne û di bunya wan de,