qedirzanîn û îstihsana senetê Xaliqê xwe û di şukra nîmetên Wî de bikarbîne, helbet dibe muxatab û hebîbê Wî Sanîê ku li hemberî nîmetê ku daye, şukrê dixwaze û mexlûqê ku çêkiriye, dawetî ibadet û fikrê dike.
Ey gelî însanan! Hezretî Muhemmed Eleyhîsselatû Wesselam ê ku –muttesifê hemû wan rewş û kar û kirinên– me qal kir, qet mumkun e ku nebe muxatabê xass –ku em jê re dibêjin “ferdê ferîd”–ê Wî Sanîê Kerîm? Û di nav wan însanên herî mezin de ku tarîxa we ya beşer nîşan dane, ma kesekî dinê heye ku layiqtirê evî meqamî be?
Ey însanên ku çavên wan kor û qelbên wan xirab nebûne! Binêrin ku di alema însan de, du daîre û du lewhe hene.
Daîreya pêşîn: Daîreya rubûbiyetê ye.
Daîreya duduyan: Daîreya ubûdiyetê ye.
Lewheya pêşîn: Rindî û xweşikayiya senet e.
Lewheya duduyan: Tefekkur û qedirzanîn e.
Li têkiliya navbera van her du daîre û her du lewhan binêrin ku daîreya ubûdiyetê, bi hemû hêza xwe ve, li ser hesabê daîra rubûbiyetê dixebite. Lewheya tefekkur û şukr û îstihsanê jî, bi temamê îşaretên xwe, li rindî û sipehîtiya senet û nîmetan dinhêre. Piştî ku te evê heqîqetê bi çavê xwe dît, di navbeyna serwerên daîreyên rubûbiyetê û ubûdiyetê de, bi aqlê te, ma qet mumkun e ku munasebeteke mezin tunebe? Ma qet îhtimal heye ku serwerê daîra ubûdiyetê ku ji meqsedên Sanî re bi îxlasa tam xizmetê dike, têkiliyeke wî ya mezin û întisabeke wî ya xurt, bi Sanî re çênebe û bi wê întisabê, navbeyna serwerên her du daîreyan de, hevnasîn û hevpeyvîn û danûsitendinek tunebe? Madem wusa ne, bi eyan û eşkere, hate zanînê ku serwerê daîra ubûdiyetê, mehbûb û meqbûlê rubûbiyetê yê xas e.
Ey însan! Ew Sanîê ku evî mesnûatê bi xeml û xêz, bi rindî û xweşikayî yên cûrbecûr ve tiftifandiye û neqişandiye û evqas nîmetên ku li gor îştiha û zewqa hemû jîndaran daye, ma qet îmkan heye ku evî mexlûq û mesnû’ê xwe yê delal û herî kamil û herî cemîl