Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Ey heval! Delîlên ku Rîsaleta Ehmediye îsbat dikin, yekûneke pir mezin teşkîl dikin. Di rîsaleya min a bi navê “Gotina Nozdehan” de, qismek ji wan delîlan hatine gotin. Çawa ku nêzîkî hezar mucîzeyên li ser destê wî zatî eyan û eşkere bûne, tevî Qur’ana ku di esera min a bi navê “Gotina Bîst û Pêncan” de, îcaza wê ya ku dighêje çil wechî, bi berfirehî hatiye îzahkirinê, şahidiya rîsaleta Ehmediye (s.) dikin. Her wusa, ev kaînata jî, bi ayatê xwe, delaletê li ser nubûweta wî zatî dike. Belê, ewan ayatê bêjimar ên ku di kaînatê de hatine nivîsîn, çawa ji wehdeniyeta Zatê Ehad re şahid in, her wusan jî, delalet û şehadetê li ser rîsaleta Ehmedî(s.) dikin.

   Mesela: Xweşikayî û sipehîtiya sene’tê ku di kaînatê de tê xuyan jî, delalet û şehadetê rîsaleta Ehmedî (s.) dikin. Lewra ev rindî û bedewî ya evî mesnûatê bi xeml û xêz, xweşikkayiya senet û ziynetê, nîşan dide. Rindiya senet û sipehiya sûretê, delalet dike ku di Sanî û Senetkar de, qest û mebesta xweşikkirin û xemilandinê heye. Evan sifetên xweşikkirin û xemilandinê, delalet dikin ku Sanî, ji senetê xwe, hez dike. Ev hub û hezî jî, delîl e ku însan, mukemmeltirînê mexlûqat e. Lewra neynik û navenda wê hub û hezîyê, însan e. Însan jî, ji ber ku di nav mexlûqan de, yê herî balkêş û bala ye; meyweke şuûrî ya dara xilqetê ye. Ji ber ku însan, wek meyweyekî ye, di nav eczayê kaînatê de, perçeyekî herî camî û dûr e. Însan ji ber ku hişmend e û mexlûqekî camî ye, nezer û nêrîna wî, fireh e û şuûra wî jî, dibe kullî. Ji ber ku nezera wî, umûmî ye û fireh e, temamê dara xilqetê dibîne; ji ber ku şuûra wî jî kullî ye, lewma meqsed û mebestên Sanî û Xaliq dizane. Nexwe ew çax, muxatabê Sanî yê xass, însan e.

   Belê, merivekî ku nêrîn û şuûra xwe ya berfireh û şamil, eger di muhebbet û îbadetê Sanî de serf bike û berê van bide teşhîr û 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat