bi întizameke wusan çêdibin û tên meşandin ku tu şik û şuphe namîne ku ew terbiye û tedbîranan, bes yê zatekî Semî’ û Besîr û Elîm û Hekîm in.
Gelo ewî zatî (s.) di wê mînbera bilind de, berê xwe daye erşê ela û destê xwe rakiriye û dua dike; ma çi dixwaze ku temamê mexlûqat jê re dibêjin “amîn”?
Belê ew zata, riza Xwedê Teala û hevdîtina li cennetê û rûyeta cemal û seadeta ebedî dixwaze. Ger sebebên wek edalet û rehmet û hikmet ên bêhejmar ên ku sedemê îcada wan xwestekan in, tune bin jî; duayekî ewî zatê nûranî, gazî û niyazeke wî, ji çêkirina cennetê re û ji dayîna wê re kafî ye. Ji ber vê qasê, pêxembertî û rîsaleta wî zatî, çawa bûye sebebê çêkirina evê dunyayê, ji bo îmtîhan û ubûdiyetê; wusan jî, ûbûdiyet û duayê wî zatî, dibe sebeb ku dîyarê axiretê îcad be, bo mukafat û mucazatê.
Belê, di navbera evê întizama bilind û rehmeta fireh û senetê bedew û cemala bêqusûr û zulm û xerabiyê de, ziddiyet û nakokî heye. Ne mumkun e ku di cîhekî de kom bin.
Belê, bihîstin û qebûlkirina dengekî herî piçûk, ji yekî herî piçûk, ji bo karekî herî piçûk; li aliyê din jî, nebihîstin û qebûlnekirina sewt û sedakî herî bilind, ji bo meqsedekî herî mezin, qusûr û xerabiyeke bêemsal e. Ev yeka jî, ne mumkun e. Lewra husna zatî, naqulibe qubha zatî. Lewra înqilaba heqîqetan, muhal e.
REŞHEYA DONZDEHAN: Ey heval! Ew tiştê ku te ji wî xetîbê murşîd dîtiye û seh kiriye, kafî ye. Lewra îhateya hemû halên wî, ne mumkun e. Ew çax, em ji para bizivirin û her wuha, bala xwe bidine ewan esrên ku li pey wî zatî hatine û feyz û bereketa wî girtine.
Ey heval binêre! Ev hemû sedsalên hanê, ji roja wê esra seadetê, veqetiyane û bi hezaran sitêrkên bi şewq û şemal ên mîna Ebû Henîfe, Şafî, Bayezîdê Bistamî, Cuneydê Bexdadî, Abdulqadirê Gêylanî, Îmamê Xezalî, Muhyeddînê Erebî, Ebû Hesenê Şazelî, Şahê Neqşibend, Îmamê Rebbanî (Radiyallahû Anhûm Ecmeîn) alema beşerî rohnî û rewşen kirine.
Em tefsîlata meşhûdatê xwe bihêlin zemanekî din, niha li ser wî zatê nûranî yê xwedî mucîzat, selat û selamekî binîn: