Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   REŞHEYA YANZDEHAN: Ey heval! Ew zatê nûranî yê ku li ser vê mînbera bilind û bala xutbeya ezelî dixwîne û bi şexsiyeta xwe ya manewî ve, ji me ve tê xuyanê û li ber çava ye û bi kar û kirinên xwe yê payebilind ve, li alemê navdar e, burhanekî sadiq û natiq e, ji wehdaniyeta îlahî re û delîlekî heq e, ji heqaniyeta tewhîdê re û huccetekî qetî û burhanekî eşkere ye, ji hatina seadeta ebedî re.

   Û dîsa ew zat (s.), bi gazî û daweta însanan a bi bal hidayetê ve, çawa dibe sebebê çêbûn û hebûna seadeta ebedî; her wusan jî, wesîle ye ji bo bi destxistin û gihîştina wê.

   Û dîsa ew zat (s.), bi dua û ibadetê xwe ve, sebebê wucûd û îcada ewê seadetê ye. Belê, binêre! Ew zat (s.), îmamê hemî benî însan e. Camî û mescîda wî, ne Cezîret'ul Ereb bi tenê ye; temamê kurreya erdê, jê re mizgeft û mescîd e. Cemaeta wî jî, ne tenê însanên dema wî ne; bîlakîs ji zemanê Adem (e.s.) bigre heta qiyametê, ehlê her esrekî, bûne weka sefekî, sefên temamê esran li dû wî ne û ji duayê wî re dibêjin “Amîn”.

   Baxusûs ew zat (s.) di wê cemaeta mezin de, ji bo ihtiyaceke mezin û pir girîng, li ser navê hemû jîndar û ruhberan, dua dike. Û ji duayê wî re, ne ew cemaet bi tenê, bîlakîs erd û asîman û temamê mewcûdat dibêjin “Amîn”. Yanî “Ya Rebbena! Duayê wî zatî qebûl bike. Em jî, ewî duayî dikin. Xwesteka wî, em jî dixwazin”.

   Xasma di wê nimêjê de ku li pêşiya ewê cemaeta mezin, dide kirin; bi gazî û zarîn û dilnimiziyeke wusan û bi coş û îştiyaqeke wulo û bi huzn û xemgîniyeke were dua û niyaz dike ku kaînat jî, pê re tê heyecanê; tevlî duayê wî zatî dibe û îştiraq dikê. Belê ji bo meqsedekî wusan dua û niyaz dike ku eger ew meqsed hasil nebe, ne tenê mexlûqatê jîndar, alem jî, ji qîmetê de dikeve û gilorî esfelê safilîn dibe. Lewra bi wan xwestekên ewî zatî, mewcûdat dighêje keml û kemalatê bilind. Gelo ew zat (s.), ewê xwestekê ji kî dixwaze? Belê ji zatekî wusan dixwaze ku duayê heywanekî herî piçûk ê veşarî yê bi lîsanê hal ku ji bo îhtiyacekî herî piçûk, seh dike; qebûl dike û daxwaza wî bi cîh tîne.

   Û dîsa, mêl û xwestekeke herî besît a ji bo meqsedekî herî piçûk a di heywanekî herî piçûnok de, dibîne û bi îkram û merhemeta xwe, ewî pê re dighîne. Terbiye û tedbîrên di encama van duayan de, 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat