REŞHEYA DEHAN: Ey heval! Ew zatê murşîd, ji bo newê beşer bide tirsîn, behsa heqîqetên mezin dike. Û ji bo mizgîniyê bide însanan, qala meseleyên wusan dike ku cezba qelban û celba eqlan dike.
Yahû! Ji bo keşfa heqîqet û xeraîba, di însanan de şewq û mereqeke wusan heye ku di rêya keşfa yek heqîqeteke xerîb de, dikare can û malê xwe tev bide. Gelo çima ehemmiyetê nadin heqîqetên ku evî zatî (s.)keşf kiriye û jê xeber daye? Hale hale, hemû pispor ehlê şuhûd û eshabê îhtisasê yên wek pêxember û ewliya û siddiqîn, bi îttîfaq, ewî zatî tesdîq kirine û dikin.
Ev zat (s.), qala kar û bar û kiryarên sultanekî wusan dike ku hîv di mulkê wî de, mîna mêşekê ye. Çawa behsa xarîqeyên balkêş dike; wusa jî, xebera înqilab û înfilaqên dijwar û dehşetengiz jî dide. Binêrin! Bala xwe bidin van ayatên ku di wê xutba ezelî de dixwîne, yên wek:
إِذَا الشَّمْسُ كُوِّرَتْ
إِذَا السَّمَاء انفَطَرَتْ
إِذَا زُلْزِلَتِ الْأَرْضُ زِلْزَالَهَا
Û behsa pêşeroj û îstiqbaleke wusan dike ku jîyana dunyayê bi nîspet wê pêşerojê, wek mîna dilopekê ye. Û mizgîniya seadeteke wusan dide ku seadetên dunyayê, li ber wê, wek xewn û xeyalê ne. Belê di bin perda vê kaînatê de, pir tiştên balkêş hene, li hêviya me ne. Û em jî, li benda wan in. Lewma, însanekî xarîqulade lazim e ku ewan ecaîb û xeraîb û xerîqeyan bibîne û tiştên ku dîtine, rewş û keyfiyeta wan, ji me re bêje.
Û dîsa ew zata, behsa wan tiştên wusa dike ku Xaliqê me wan tiştan ji me dixwaze, û xebera heqîqetê û meseleyên pir mezin radigihîne ku xelasiya ji wan, ne mumkun e. Feya eceba! Çima pirê însanan, ji van tiştên heq re çavên xwe digrin û guhên xwe, ji van heqîqetan re dixitimînin!