Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Belê rewşa Hz. Umer Îbnul Xattab (r.) ê berî Îslamê û piştî Îslamê, ji vê meselê re mîsaleke rind e. Ji kar û xebatên wî yên esasî yên bi vî rengî, bi hezaran xarîqe hene. Em ji kar û kirinên wî zatî yên wî zemanî re dibêjin xarîqe. Gelo bi sedan feylesofên vî zemanî, herin ewî dîyarî û wê cezîra hov û wehşetabad a wî zemanî û qedereke pir dirêj, ji bo islaha wan wehşiyan bixebitin, serkeftina ewî zatê murşîdê ku di salekî de bi dest xistiye, ka evana di pêncî salî de, ji dikarin muwaffaqê wê bibin? Haşa!..

   REŞHEYA NEHAN: Ey heval! Mirovê ku aqlê wî li serî be, di de’wayên bi munazere de, derewan nake. Lewra tirsa wî ew e ku paşê derewa wî derkeve holê û mehcûb bibe. Dîsa mirovek, gava derewan bike, bi awakî laûbalî û bêtirs û bêperwa nikare bike.

   Dîsa bi serbestî û bêheyecen nikare bike; herçiqas mirovekî piçûk ê di wezîfeyeke piçûk de û di meseleyeke piçûk û di cemaeteke piçûk de be jî. Gelo zatekî ku xwedî şeref û heysiyeteke pir mezin be û bi wezîfeyeke mezin hatibe wezîfedarkirin û di meseleyeke mezin de û di nav cemaeteke mezin de û li hemberî neyar û dijminên pir dijwar de, di de’weke ku îddîa dike de, ma qet dibe ku tê de derew û xilafê heqîqetê, hebe?

   Va ye ew zatê nûranî, xutba ezelî ya ku girtiye destê xwe, bi tehrekî wusan dixwîne ku; ne şik û şubha wî heye, ne jî şerma wî; ne tirsa wî heye, ne jî xema wî… Him bi sidqê safî û bi qelbekî xalis û bi ciddiyeteke ji dil ve, aqlê dijmin û neyarên xwe, tezyîf dike; nefsên wan tehqîr dike û izzeta wan dişkîne û wuhareng wana tahrîk dike. Gelo di de’weke wuha de, di meqamekî wuha de, ji şexsekî wuha, qet bi qanda misqalê zerre, îmkan heye ku hîle çêbe û bikeve nava vê meseleyê? Haşa!

إِنْ هُوَ إِلَّا وَحْيٌ يُوحَى

   Belê, lewra heq, muhtacê hîleyê nîn e. Di gotina heqê de, îhtimala hîle û xîlaf û xapanadinê, tune. Çavekî ku heqîqetê dîtibe, xelqê îxfal nake, xîlafê heqîqetê jî nabêje, xeyal û heqîqetê, ji hevûdu vediqetîne; di nava wan de îltibas û tevlihevî, ne mumkun e.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat