Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Belê ew zat (s.) bi hêla wezîfa xwe ve, burhanê heqê, ronahiya heqîqetê, roja hîdayetê, rêberê seadetê ye. Bi aliyê şexsiyet û nasnameya xwe ve, mîsalê muhabeta rehmanî ye, tîmsalê rehmeta rebbanî ye, rûmeta heqîqeta însanî ye, fêkiyekî dara xîlqetê yê herî hêja, qîmetdar û giranbiha ye. Ew dînê ku teblîx kiriye, bi lez û sur’etek xarîqe, rojava û rojhilat, daye ber xwe û rapêçaye û ji pênc para, pareke new’ê beşer, ewî, qebûl kirine. Gelo ji de’wayên zatekî wuha re, îmkaneke îtiraz û munaqeşeya nefs û şeytan, heye?

   REŞHEYA HEFTAN: Ey heval! Tiştê ku wî zatê nûranî aniye hereketê û înqilabên mezin pê daye çêkirinê, bes quweteke qudsî û manewî ye. Belê, xasma li wan înqilab û îcraatên ku di Cezîretul ‘Erebê de kirine, binêre!

  Di wan deşt û çolan de, gellek qewmên hov û hêr ên wusa dijiyan ku di parastina adetên xwe de, pir hişk û muteasib bûn û di esebiyeta xwe de, zêde bi înyat bûn û bêmerhemetî û hişkiya qelb de, bêemsal bûn û heta saxe sax keçên xwe çal dikirin û dikuştin û qet berxwe nediketin û xemgîn jî nedibûn. Ewî zatê nûranî, di zemanekî kin de, hemû exlaqên wan ên xirab rakir û di cîhê wan de, exlaqên qenc bi cîh kir. Heta bi saya wê nûra îmanê ku wî zatê murşîd (s.) ders daye, ew însanên hov, di alema însanîyetê de, bûne mamosteyên însanan. Û li dunya medeniyetê, bûn seyda û dersdarên medeniyan. Hakimiyet û selteneta ewî zatî (s.) ya ku evqas mezin û fireh e, tenê seltenetekî zahirî û maddî nîn e. Bîlakîs selteneta wî ya batinî û me’newî ya kûr û firehtir, li ser ruhan heye ku hemû qelb û aqilan bi bal xwe ve celb û cezb kiriye û kişandiye. Û hemû nefs û ruh, musexer kirine ku bûye û her dem dibe, ezîzê dilan, muelim û rohnîdarê aqilan, dersdarê nefsan û sultanê ruhan.  

   REŞHEYA HEŞTAN: Ey heval! Melûm e ku adetekî, tiştekî piçûk ê mîna cixarê, dane terikandina wê ya ji tiryakiyê wê, pir zor e. Hetta hakimekî mezin, bi ezmekî mezin ve, di nav qewmekî piçûk de, wexta bixwaze tiştekî ku bûye edet û exlaq, ji holê rake, wê rastî zehmetiyên mezin bê. Hale hale, evî zatê nûranî, edetên pir zehf, ji qewmên muteassib û bi înyad ên pir mezin, bi quweteke hindik ve û di zemanekî kin de, rakirine; di şûna wan de, exlaq û edetên nezîh û delal, bi cîh kirine.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat