Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Ewan mewcudatê ku ji hev re wek neyar dihatin zanîn, bûne dost û birayên hevdu. Ewan cemadatê bêcan ku mîna mirî û cenazeyan dihatin dîtin, her yekî wî, dikeve şiklê jîndarekî dost û yar, memûrekî emirber ku bi lîsanê halê xwe, ayatê ezameta Xaliqê xwe dixwînin. Ew însanê ku digirya, bi gilî û gazin bû û di rewşa êtîm û sêwîyan de dihate xuyan, dikeve sifatekî wusa ku dibe zakirê ibadetê xwe, şakirê Xaliqê xwe. Û wuhareng, herekat û guherîn û cihêrengî û neqşên kaînatê, ji bêmanetîyê û abesiyetê xelas dibin. Diqulibin bi bal şeklê mektûbên rebbanî, rûpelên kitêba kaînatê, neynikên navên nûranî yên Îlahî.

   Xulase, bi nûra îmanê, alem wusan bi pêş dikeve ku navê “kitêba hîkmeta samedanî” hildigre. Însan jî, ji dereca wan heywanê reben û belengaz û hejar, derdikeve. Ev însan bi quweta zeîfiya xwe û bi qudreta acîziya xwe û bi şewket û mezinatiya îbadetê xwe û bi nûra qelbê xwe û bi haşmeta îmana aqlê xwe ve, bilindê dîharê hakimiyet û xîlafetê dibe. Hetta ecz, feqr, îhtiyac û eqil, digel ku sebebê siqut û ketina wî ne, dibine sebebê bilindbûn û berjorbûna wî. Zemanê borî yê ku wek mezelekî mezin ê reş û tarî tê dîtinê, bi nûra enbiya û ewliya, bi rewşen û rewnaq, tê xuyanê. Pêşeroja ku wek şevreşeke tarî ye, bi nûra Qur’anê rohnî dibe, dikeve şiklê baxçeyên cennetê. Lewma, eger ew zatê nûranî nebûya, kaînat jî, însan jî, her tişt jî, di hukmê nemanê de, dima; qîmet û ehemmiyeta wê, nedima.

  Ji ber vê qasê, ji bo kaînata ku evqas ecêb û xerîb, bedî û balkêş, xweşik û rindik e, murşîdekî xarîqe yê danezan û rêber, lazim e. Hedîsa qudsî ya ku maneya wê ev e, “eger ev zat (s.) nebûya, kaînat jî nedibû”, ya 

لَوْلاَكَ لَوْلاَكَ لَمَا خَلَقْتُ اْلاَفْلاَكَ

vê maneyê îfade dike.

   REŞHEYA ŞEŞAN: Ey heval! Ew zatê ku ewê xutbeya ezelî dixwîne, rojeke jîndar û heyatdar e ku kemalata kaînatê rave dike. Xeber û mizgîniya seadeta ebedî, radighîne. Keşfa rehmeta bêdawî, kiriye; îlan dike. Tellalê xweşikayî û sipehîtîyên selteneta rûbûbiyetê ye û keşşafê xezîneyên veşartî yên esmayê Îlahî ye.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat