kitêbên semawî û bi gellek xeberên ji xeybê yên ku jê re “xewatif” tê gotin, hatiye tesdîqkirinê.
Dîsa ew burhanê nûranî, zatekî wusa ye (s.) ku bi delalet û şehadeta mucîzatê weke ku bi îşareteke wî, hîv bûye du şeq û ji pêçiyên wî ku av mîna kaniyê herikiye û bi gazîya wî re ku daran bersiv daye û bi duayê wî re ku baran bariye û ji xwarineke pir hindik ku gelek kesan têr xwarine û bi xeberdana gur û xezal û deve û kevir û saîr tiştên din ve, hatiye tesdîqkirinê.
Dîsa ew şerîeta wî ya ku ji seadetên dunya û axretê re kefîl û kafî ye, têra tesdîq û isbata nubuweta wî dike. Di wan dersên borî de, me hin şewq û şemalên şemsa şer’a wî, dîtin. Îcaba tekrarên ku gotinê dirêj dikin, nake.
REŞHEYA SISÊYAN: Ey heval! Ew zatê nûranî (s.) çawa bi delîlên xaricî yên ku jê re “afaqî” têne gotinê, hatiye tesdîqkirin; her wusan jî, bi delîl û işaretên di zat û nefsa wî de sabît in ku jê re “delaîlê enfusî” tê gotin jî, tesdîq bûye. Lewra ew Zatê nûranî, wekî rojê ye; xwe bi xwe ronî dike û nîşan dide. Mesela hemû alem şahidiyê dike ku hemî exlaqê hemîdeyê baş ên herî bilind, di wî zatî (s.) de, kom bûne. Û dîsa îcma û îttifaq heye ku xwediyê şexsiyeteke ma’newî ye ku xûy û xesletên herî nezîh û exlaqê herî bilind, di xwe de kom kiriye. Û dîsa bi wê şehadeta zuhd û teqwa û ubûdiyeta wî ya ku di asta herî bilind de ye, quweta îmana wî, hatiye tesdîqkirinê. Û dîsa bi şehadeta sîyera nebewî ya wî, dereceya durustî û îmana wî û kemala ciddiyet û xurtî û berxwedarîya wî û quwweta emîntî û pêbawerîya wî, delîlên qet’î ne û tesdîq dikin ku ew pêgirtiyê heqqê ye û pêdaçûyê heqîqetê ye. Belê hêşînayiya pelgan, tezetî û xweşikayiya kulîlkan û nû û nûberiya fêkiyan, şahidên sadiq in ji bo zindîtî û heyatdarî û jîndariya daran.
REŞHEYA ÇARAN: Ey Heval! Dirêjiya zeman û dûrbûna mekan, di muhakemeya aqlî de, tesîra wan zahf zêde ne. Digel vê yekê, ji bo îttibaya evê qaîde û esasa
لَيْسَ الْخَبَرُ كَالْعِيَانِ
ê, em ji