qaîde û dustûrên seadetê, beyan dike. Û serekê hemû pêxemberan e. Ewana tevan, tesdîq û tezkiye dike. Lewra dînê wî, esl û esasên hemû dînan, di xwe de kom dike. Û serwerê temamê ewliya ne. Bi ronahiya roja rîsaletê, wana terbiye û tenwîr dike.
Belê ew zat Eleyhîsselat û Wesselam, qutb û nuqteya merkezeke wusa ye ku hemû enbiyayê bijarte û siddiqîn û ewliyayê ebrar û qenctirîn, li ser hatina wî muttefîq in û natiqê nutqê kelamê wî ne. Û dareke wusa nûranî ye ku tamar û rehên wê, esl û esasên semawî yên enbiya ne. Gulî û çiqilên wê, ilm û merîfetê îlhamî yên ewliya ne.
Lewma, ku ewî kîjan de’wa îddia kiribe, hemû pêxemberan, bi sipartina li ser mucîzatê xwe; temamê ewliyan, bi îstinadê li ser kerametên xwe; jê re şahidiyê dane. Belê elamet û nîşanên ku muhr û xatemê hemû însanên kamil in, tesdîqa temamê de’wayên wî dikin. Mesela:
Ji de’wayên wî zatî, jê yek jî, “Tewhîd” e. Tiştê ku vê de’wayê îfade dike û eyan û beyan dike, kelîma mubareka
لَا اِلٰهَ اِلَّا اللّٰهُ
e. Hemû însanên pêşeroj û paşerojê yên ku ketine zincîra xelqa dîn û zikrê wî zatî, ewê kelîma muqeddes, kirine riknê îmanê û wirdê zimanê. Nexwe bi heqiya wê de’wayê qenaet anîne û mutmeîn bûne û wicdanen qebûl kirine ku ewê kelîma mubarek, hemû zeman û mekan hildaye ber xwe û di devê însanên ku mesleg û meşreb û ananeyên wan ji hev cuda û cihêreng de –mina Mewlewiyan– digere û deweran û cewelana semawî dike.
Ji ber vê qasê, de’wake ku heq û heqaniyeta wê, bi tesdîqa şahîdên bêjimar ve pêk hatibe, heddê tu wehmê tune ku destê îtirazê dirêj bikê.
REŞHEYA DUDUYAN: Ey heval! Ew burhanê nûranî yê ku îspata tewhîdê û îrşada new’ê beşer dike, bi nubuwet û welayetê mucehez e ku yek li rastê wî û ya din li çepê wî ye û yek mutewatir û ya din bi îttifaq û îcma ye. Û her wuha, bi îşaretên rewşên xarîqulade yên ku berî nubuwetê jê çêbûne ku jê re “îrhasat” tê gotinê û bi mizgîniyên