Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Derheq Munderecatê / Naverokê de

 

   Di Î'lemeke ji cumleya muqeddîma evê kitêba muhîm de hatibû gotin ku:

   “Ev rîsaleya hanê, cûreyekî tefsîrê ye ku hin ayetên Qur’anê, bi awakî şuhûdî beyan dike. Û mesele û mijarên ku tê de ne, çend baq gul û kulîlk in ku ji baxçeyê Furqana Hekîm hatine çinîn. Lê bila hişkayî û kurtayiya îbareyê, çavê te netirsîne û ji ber vê yekê, dev ji mutala û xwendina wê bernede. Tekrar bi tekrar mutalae bike. Da ku sirra tekrarên Quranê yên

لَهُ مُلْكُ السَّمٰوَاتِ وَاْلاَرْضِ

û yên wek vê ya, li te eyan bin.

   Ey xwendevan! Zen neke ku ewan delîl û neynikên tewhîdê yên di vê kitabê de, îhtiyaca wan bi hev nîne. Lewra ez li her meqam û cîhekî taybetî de, hewceyê delîlekî bûm.

   Belê neferekî ku di cepha herbê de û di kozikê de rûniştibe û xwe diparêze, wexta ku neçe kozik û mewzîyên li der û dora xwe û di kozîka xwe de, şibak û pacekî din veke, helbet ji bo îhtiyacekê ye.

   Di hereketa xwe ya cîhadî de, min xwe davête cîhekî ku ez wê hingê mecbûr dimam ku li wir, derîkî vekim. Lewra di wê hengama dijwar de, muyesser nedibû  ku vegerim bal wan deriyê dinê yên vekirî. Him di wê maceraya ecêb de, gava rastî nûrekê dihatim, min îşaretekî didanî serê. Feqet ew ne ji bo delaleta wan bû; bes ji bo ku ew nûr wunda nebin... îla axîr” û wuhareng ev kitêba han, muqeddîme û kurtebeyaneke çiqas xweş, herwekî mifteyeke mîna şîfrekî, pêşkêşî xwendevanên xwe dike.

* * *

   Navên rîsaleyên di evê Mesnewiya Nûriyeyê de ne, wek Reşha, Qetre, Hubab, Habbe rêz dibin. Eger ji bo her rîsaleyekê, mîna ku Şêx Saffet Efendiyê rehmetî li dawiya Rîsaleya Qetreyê de nivîsiye, teqrîzekê bihata nivîsandin; me jî dê weke wî merhûmî –ku gotiye “Ev, ne dilopek e; behrek e”– bigota:

   “Ew, ne çîrûskek (lem’e) e, rojek e. Ew, ne avzêmek (reşhe) e, behrek e. Ew, ne kulîlkek (zuhre) e, baxçek e. Ew, ne pelqokek (hubab) e, ummanek e.”

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat