TENWÎR
Mesela, em ferz bikin ku kurreya erdê, bi camên rengîn û cihê cihê û piçûk, rapêçyaye. Ew çax dê her yeke wî, li gor reng û rewş û şeklê xwe û bi xasyetên cuda cuda, ji rojê feyz û ronahiyê bigrin. Ev feyz û ronahiya xeyalî jî, ne zatê rojê bi xwe ye û ne jî tava wê bi xwe ye. Him jî, tîmsalên tavê û teswîrên heft rengên wê û evan rengên kulîlkên rengîn û neqşîn, faraza, bi ziman kevin, her yeke wê, dê bêje “Roj, weke min e.” yan jî “Roj, ez im.”
آنْ خَياَلاَتِى كِه دَامِ اَوْلِياسْت عَكْسِ مَهْرُويَانِ بُوسْتاَنِ خُدَاسْت
Feqet meşrebê ehlê wehdetuş şuhûd, farq û sehw e. Meşrebê ehlê wehdetul wucûd, mehw û sekr e. Lê meşrebê safî, meşrebê ehlê farqê û ehlê sehwê ye.
تَفَكَّرُوا فِى اٰلاَءِ اللّٰهِ وَلاَ تَفَكَّرُوا فِى ذَاتِهِ فَاِنَّكُمْ لَنْ تَقْدِرُوا
حَقِيقَةُ الْمَرْءِ لَيْسَ الْمَرْءُ يُدْرِكُهَا فَكَيْفَ كَيْفِيَّةُ الْجَبَّارِ ذِى الْقِدَمِ هُوَ الَّذِى اَبْدَعُ اْلاَشْيَاءَ وَاَنْشَأَهَا فَكَيْفَ يُدْرِكُهُ مُسْتَحْدَثُ النَّسَمِ
Qismê duduyan ê Noqte yê, ji ber ku derheq heşr û melaîke û beqaya ruh de ye û evan heqîqetanan, ji ber ku di Gotinên Bîst û Nehan û Gotinên Dehan de, bi awakî gelekî ronak, hatine şîrovekirin; hewaleyê wir bûn û li vir nehatine derckirinê. Qismê sisêyan jî, musteqilen û bi navê Deriyê Nûrê yê Pêşîn ku îbaretê ji çardeh dersan e, hate weşanê.
Seîdê Nûrsî