Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

Wacîbul Wucûd hesir kirine ku, mumkînat û mewcudat jibîr kirine û tenê wucûdekî, hatta tenê mewcûdekî, dîtine. Belê, dîtina netîceyê ya di nava delîlê de, muşahedeya Sanî ya di alemê de, heqîqetên wusa nin ku her yekî wî, tenê zewqen tê fêm kirin ku li ba ehlê sekr û cezbeyê, her çiqas, cereyana cîlweyên îlahiyên di cihokên alemên kaînatê de ne û seyrana feyz û bereketa  li melekûta eşya ye û tecelliya esma û sifatên li neynika mewcûdat e. Lê bi sebeb tengasî û kêmasiya lefz û kelaman, wek ûlûhiyeta sariye û heyata sariye te’bîr kirine û anîne ziman. Ji ber ku ehlê fikrê, ewan heqîqetên zewqî, kirin nav mîheng û mîqyasên îlmî û maddî, bu madena gelek wehm û wesweseyên batil. Wehdetul wucûda hukema û fîlozofên maddeperest û ehlê îlm û nezerê yên îtiqadzeîf û wehdetul wucûda ewliya, ji binî ve, zid û dijê hev in. Di pênc aliyan de, firqa wan heye:

   Ya pêşîn: Muheqqîq û mezinên ehlê tesewwufê, nezera xwe, ewqas li Wacîbul Wucûd hesir kirine û xerqê nav bûne û ehemniyet danê ku, li ser hesabê Wî, kaînatê înkar kirine. Hukema û yên îtiqadzeîf, nezera xwe ewqas li maddeyê hesir kirine û noqê nav bûne ku ji fehm û nasîna ulûhiyetê dûr ketin. Û ewqas qîmetê dane maddeyê, qasî ku her tiştî di maddeyê de bibînin û hetta ku ulûhiyetê jî mezcê nav wê bikin û hetta li ser hesabê kaînatê, guh nedin ulûhiyetê, ji rê derketine.

   Ya duduyan: Wehdetul wucûda mezinên ehlê tasawwufê, wehdetu’ş-şuhûdê îhtiwa dike. Ya yên duduyan, wehdetul mewcûdê îfade dike.

   Ya sisêyan: Meslegê ya yên ewil, zewqî ne; yên duduyan, nazarî û teorîk in.

   Ya çaran: Qest û mebesta yên ewil, serê serî de û bîzzat Heqq e; xelq, dû re tê. Armanc û xaya yên duduyan, serê serî de, xelq e, yanî mexlûq e.

   Ya pêncan: Yên ewil, Xwedaperest in; yên duduyan, xweperest in.

اَيْنَ الثَّرٰى مِنَ الثُّرَيَّا وَاَيْنَ الضِّيَاءُ السَّاطِعُ مِنَ الظُّلْمَةِ الدَّامِسَةِ

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat