Reşhe
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
Tembîh
Delîl û burhanên ku Xaliqê alemê bi me didin zanîn û îlan dikin, bêhed û bêhesab in. Ji wan delîlan ên herî mezin, sisê ne:
Yê Pêşîn: Ev “kitêba kaînatê ya kebîr”e ku te hin ayetên wê bihîstin û hinan jî, bi çavê xwe dibînî.
Yê Duduyan: Hezretî Muhammed Eleyhîsselat û Wesselam e ku “ayet ul- kubra” ya vê kitêbê ye û xatema sîlsîleya dîwana pêxemberan e û mifteya xezîneyên veşartî ye.
Yê Sisêyan: Qur’an e ku tefsîra kitaba kaînatê ye û huccetê Xweda ye li hemberî mexlûqat.
Aniha emê delîlê dudûyan, di bin çend reşha/avzê yan de, te’rîf û şîrove bikin û paşê emê guh bidin gotinên wî.
REŞHEYA YEKÊ: Em li hemberî pirsa bi vî rengî ku“Hezretî Muhemmed Eleyhîsselat û Wesselamê ku Xaliqê me, bi me dide nasîn û xwediyê şexsiyeteke manewiya mezin e û em jê re dibêjin delîlê natiq, kî ye?” wek cewab dibêjin ku:
Hezretî Muhemmed Eleyhîsselat û Wesselam zatekî wusa ye ku ji ber mezinayiya Wî ya manewî, rûyê erdê, jê re bûye wek Mescîda Eqsayê. Mekkeya Mukerreme, mîhraba Wî ye. Medîna Munewwere, mînbera fezl û kemala Wî ye. Îmamê herî mezin û herî dawîn e ji cemaeta ehlê îmanê re. Xetîbê new’ê beşer ê navdar e;