ku feyza kemala di mesnûatê de, ji tecelliya siya Sanî, şewq û şemalê dide. Nexwe ew çax, di kaînatê de çiqas rindiya cemalê û kemalê hebe, Saniê Zulcelal, bi wesfên cemalî û kemalî yên li asta bilind de û bi dereca bêhed- û li ser wan hemûyan ra- muttesif e. Zîra, çawa îhsan, delîla serwetê ye; her wusan îcad, burhanê wucudê ye; îcab, huccetê wucûbê ye; xweşî, encama rindiyê ye; ronahî, fêkî û fer'ê roniyê ye. Hemû cemal û kemala di hemû kaînatê de jî, li ba cemal û kemala Sani ê Zulcelal, zilleke zaîl û siyeke sivik e û delîlê wî ye.
Him jî, Sanîê Zulcelal, ji hemû noqsanan pak û paqij e. Lewra noqsanî, ji bêqabîliyetiya mahiyeta maddî, derdikeve holê. Zatê Zulcelal, ji maddiyatê dûr e, munezzeh e. Him ji wesf û lazimiyên ku ji mahiyeta mumkîneya kaînatê dertên, berî û muqeddes e.
لَيْسَ كَمِثْلِهِ شَىْءٌ جَلَّ جَلاَلُهُ سُبْحَانَ مَنِ اخْتَفٰى لِشِدَّةِ ظُهُورِهِ سُبْحَانَ مَنِ اسْتَتَرَ لِعَدَمِ ضِدِّهِ سُبْحَانَ مَنِ احْتَجَبَ بِاْلاَسْبَابِ لِعِزَّتِهِ
Pirs: Tu “Wahdetul Wucûd”ê çawa dibînî?
Elcewab: Mest û heyraniya di tewhîdê de ye. Tewhîdeke zewqî ye ku nayê salixdanê û nakeve bin nezer û fikr û teoriyê. Esas, piştî tewhîda rubûbiyetê û tewhîda ulûhiyetê, îstixraq û wecda zêde ya zewqî ya di tewhîdê de, meriv dibe wehdeta qudretê, yanî piştî
لاَ مُؤَثِّرَ فِى الْكَوْنِ اِلاَّ اللّٰهُ
ê, wehdeta îdareyê û paşê wehdeta şuhûdê û paşê wehdeta wucûdê, dertê holê û paşê heta qebûlkirina wucûdekê bi tenê, diçe. Bi şatahatên muheqqîqên ehlê tasawwufê ku di hukmê muteşabîhatê de ne, emel nabe û ew nabin delîl. Ruhekî ku daîra sebeban neqelişandibe û jê derneketibe û di bin bandora wan de be, gava de’w(îddia) û qala wehdetul wucûdê bike, ji heddê xwe, dertê. Yên ku dew kirine, nezera xwe, ewqas li