Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

Ruhê beşerê ku pak û paqijtir û mukerremtirê xilqetê ye, bêyî wan her du noqteyan, dibe mexlûqekî herî belengaz û herî berbad. Hal ew hal e ku hîkmet û nîzam û kemala li kaînatê, evê îhtimalê red dike.

   Ya Çaran: Aqil, şayet terka wezîfa xwe bike jî, fikirîna xwe, feremoş bike jî; dîsa jî, wijdan Sanî, jibîr nake. Ku ketma nefsa xwe bike jî, Wî ya dibîne, Wî difikire. Berê wî, li Wir e. Heds –a ku lez û sur'eta întiqalê ya wek birûskê ye– daîma wî tehrîk dike. Hewesa ku meyelana zêde ye û îştiyaqa ku hewesa zêde ye û eşqa îlahî ya ku îştiyaqa zêde ye, daîma ewî sewqê bal merîfeta Zulcelal dike. Ew încizab û cezbe(kaş û kêşan) ya di vê fitretê de ye, bi kaş û kêşan û cezba heqîqeteke cazîbedar e.

   Piştî ku te ev nukteyanan fem kirin, muracatê wijdana ku delîlê enfusî ye, bike. Tu yê bibînî çawa ku qelb, heyatê li çar aliyê bedenê, belav dike; wusa jî merîfeta Sanî ya ku gîrêya heyatê ye ku bûye kaniya jiyana hêvî û meylên ku li gor qabîliyetên însan ên bêhed ên ku şax vedane. Lezzetê davêje navê û qîmet û rûmetê didê û wan fireh û dirêj dike.

   Va ye noqta hêvî û hawarê û noqta xwesipartinê ya yekane ya li hemberî êrîşên bi hezaran musîbet û pevçûnên alemê yên di teqereqa dunyayê ku warê şer û zor û zehmetê ye de, nasîn û merîfeta Sanî e. Belê, gava bawerî bi Sanîekî Hakîmê ku karên wî, hekîmane û întizamkarane ye, neyne û bi korekor hewaleyê tesadufan bike û bifikire ku ew hêza ku di desta de ye, li pêşberî wan derd û belayan têrê nake; bivê nevê dê bikeve rewşeke cehennemwarî û cîgersoj ku ji tirs û xof û sawê pêk tê. Ew çax, lazim e ku ruhê însanê ku eşref û ehsenê mexlûqat e, ji her tiştî pirtir perîşan û reben be. Ew jî, dîjê nîzama mukemmela întizama kamil a kaînatê ye. Ev noqta îstimdad û îstinadê û tevî hukumfermaniya li nîzama alemê ya bi vê hindê, ji ber ku xasseya xasê heqîqetê bi xwe ye. Ji van her du noqteyên ku di her wicdanekê de du pencere ne, daîma merîfeta Sanî ê Zulcelal, li qelbê beşer diteîse û diçilwile. Aqil ku çavê xwe bigre jî, çavê wijdanê her tim vekiriye. Saniê Zulcelal, bi şahidiya van her çar delîlên mezinên muheqqeq ve, çawa ku Wacîbul Wucûd û Ezelî û Wahîd û Ehed û Ferd û Samed û Alîm û Qadîr û Murîd û Semî û Besîr û Mutekellîm û Hayy û Qeyyûm e; wusan jî, bi wesfên celalî û cemalî, muttesif e. Lewra muqerrer e 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat