Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Va ye Qurana Kerîm, bi ayatên xwe yên ku behsa xulq û îcadê dike ve, evî delîlî, di hiş de, bi cîh dike. Muessirê heqîqî, tenê Xweda ye. Di sebeban de, tesîra heqîqî, tune ye. Sebeb, perdeyên îzzet û ezameta qudretê ne. Da ku di nezera aqlê zahîrî de, destê qudretê, li kar û tîştên xesîs negere û li wan nekeve. Di tîştekî de, du alî hene. Yekî wî, mulk e. Wek aliyê neynikê yê rengîn e. Li wî alî, tiştên zid û dijberên hev, peyda dibin. Nerind peyda dibe, şer peyda dibe; adî peyda dibe, mezin peyda dibe û her wekî din… Sebeb li vî alî hene. Eyan û beyana ezametê û izzet û mezinaya qudretê, wusa dixwaze.

   Aliyê duduyan, aliyê melekûtê ye. Wek aliyê eynikê yê şeffaf e. Ev hêla, di her tiştî de rind e. Li vê hêlê, tesîra sebeban tune. Wehdet, wusa dixwaze. Hetta heyat û ruh û nûr û wucûd, ji ber ku her du aliyên wan, şeffaf û rind in, bi hêla milk ve û him jî di hêla melekûtê de, bêwasite, ji destê qudretê dertên.

 

   BURHANÊ ÇARAN

    Fitreta xwedî şuûr e ku jê re wijdana beşer tê gotinê. Di vî burhanî de, Çar Nukteyan bigre ber çavan.

   Ya Ewil: Fitret, derewan nake. Mesela, mêl û meyelana zîldan û şînbûna di dendikekî de, dibêje ku: “Ezê hêşîn bim û fêkî bidim.” Rast dibêje. Mesela, di hêkê de, meyelaneke vejînê heye. Dibêje: “Ezê bibim verik.” Bi îzna Xwedê dibe. Rast dibêje. Mesela, mêla firehbûna kulmekî avê, bi zarê qeşa û cemedê dibêje: “Ezê ciyê zêdetir bi destxim.” Hesinê hişk û biring, wê avê, derewîn dernaxe. Rastiya gotina wê, hesin perçe dike. Va ye ev meyelanan, tecellî û cîlweyên qanûnên rebbaniyên li kaînatê ne ku ji îrada îlahî dertên.

   Ya Duduyan: Xêncî wan pênc hes û sehkerên însan ê dervayî, gelek pencerên wî yên din ên ku li derva dinhêrin jî, hene. Gelek hîsên wî yên ku bi şuûrê nayên fehm kirin, hene. Çawa sehkerê bihîstinê û yê dîtinê û yê tamkirinê heye, saîqeya ku hisseka şeşan a sadiq e jî, heye. Him şaîqeya ku hisseke heftan a rewnaq jî heye. Ew sewq û şewq, derewan nakin, xelet û xêlif, naçin.

   Ya Sisêyan: Tiştekî mewhûm, nabe bingeh û binyad, ji heqîqeteke xarîcî ra. Noqteya îstinad û sipartinê û noqteya îstimdad û hêviyê, di fitreta wijdanê de, du heqîqetên zerûrî ne. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat