Di Quranê de, delîlê înayetê, di nav reng û tehrên mumkinatê de, bi awayê herî xweşik û mukemmel, derbas dibe. Quran çawa fermana tefekkura li kaînatê, dike; wusa jî, di fesl û xatîme yên ayetan de, faydeyan bi bîr dixe û nîmetan dijmêre û pirî caran ji bo şahidiya aqil û şêwr û mişêwra bi wijdanê re, wan burhanên înayetê yên wek
اَوَلاَ يَعْلَمُونَ
اَفَلاَ يَعْقِلُونَ
اَفَلاَ تَتَذَكَّرُونَ
فَاعْتَبِرُوا
di hişan de, bi cîh dike.
Delîlê Quranî yê Duduyan: Delîlê Îxtirayê ye. Kurtebeyana wê:
Dayîna wucûdekê li her ferdekî, li her cinsekî mexlûqatê ye ku munasibê qabiliyeta wê ya mukemmel û li gorî ku eserên mexsûsê xwe, encam bide. Qet tu newe’k, muteselsîlê ezelî, nîne. Îmkan nahêle. Ne mumkun e ku heqîqet biguherin. Silsileya cinsê mutewasit û muşterek, dewam nake. Guherîna cinsan û qulibîna heqîqetan, ne yek in. Ew tiştê ku jê re “madde” tê gotinê, ji ber ku ji sûretên guherbar û him ji hereketên guherbarên hedîseyan, dernakevin; hudûsa wan, muheqqeq e. Hemû quwet û sûret, ji ber ku araz in, nikarin cihêrengiya cinsên cewheran pêk bînin. Ne mumkun e ku araz, bibe cewher. Nexwe, feslên enwaê’n wê û hemû xasseyên xassê arazên wê, bîzzarûrî, ji adem û tunebûna sirfê, îxtira bûne. Tenasula di sîlsîleyan de, ji şertên besîtên îtîbarî ne.
Feya eceba! Ew kesê, ezeliyeta ku lazimeya zarûriya eşkere ya Wacîbul Wucûd e, nakeve hişê wî; çawa dibe ku ezeliyeta maddeyê ku di her alî de ziddê ezeliyetê ye, dikeve hişê wan? Him li hemberî tasarrûfa destê qudretê ku kaînata serî heye binî tune, berxwe nade; çi qewimî ku zerratên piçûnok û nazik (bûne xwediyê xurtî û zeximiyeke wusa dijwar ku) li pêşberî destê îxdamê yê qudreta ezelî, berxwe didin. Him çawa dibe, bêyî ku qet tu munaseebeta maqûl hebe, îbda û îcada ku xasseya qudreta ezelî ne, li sebebên ku yê herî bêçare û herî acîz in, tên barkirin?