Ya Çaran û ya herî li pêş: Merteba belaxata bilind a Quranê, îlan dike. Her wuha, Mîraca Quranî ye ku ji hêla hêzdarî û cezaletê de, ya herî rewnaq; û di aliyê îstiqametê de, ya here kin; û di cîhetê eşkeretiyê de, ya herî şamilê hemû beşerê ye.
Him ji bo derketina ewê erşê, çar wesîle hene: Îlham, telîm, tesfiye, nezera fikrî.
Rêya ku Quran nîşan dide, du cûre ne:
Ya Pêşîn: Delîlê înayet û xayeyê ye ku ew hemû ayetên Quranê ku qala menfîeta eşya dikin, evê delîlê dihûnin û evê burhanê tenzîm û têkûz dikin. Zubdeya evê delîlê, rîayeta meslehetê û xurtî û xweşiya senetê û hebûna hikmetê ya di nîzama tam a kaînatê de ye. Ev yeka jî, qest û hikmeta Sanî, îspat dike; û wehm û wesweseya tesadufê ji holê radike. Lewra îttiqan û rindî û qewînî, bê qest û îrade, nabe. Belê, hemû fennên kaînatê ku şahidên nîzamê ne, ne mumkun e ku xwe di nav faîde û fêkî û meslehetên ku li şirîtên sîlsîleyên mewcûdatê ve hatine daliqandin de û di bin taq û tebeqe û girêyên înqilabên ehwal de, veşêrin. Bi nîşandana hikmet û faîdeyan, bi awakî qetî, qest û hîkmeta Sanî re, şahidyê dikin. Mesela:
İlmê fennê yê derheq heywan û nebatatê de, çawa şehadetê hudûs û xulqa ced û Ademê her yekî ji wana –ku di hukmê esl û esasê wan de ne– dike; her wusa jî, qanûnên ku mewhûm û îtibarî ne, sebebên tabîiyên kor û bêhiş, ji ber ku qabîliyeta wan a îcad û înşaya sîlsîleyên ev qas heyretfeza û her yekî wan makîneyên ecêb ên îlahî yên dehşetengîz in ku jê re efrad tê gotinê û van sîlsîleyan pêk tînin, tune ye; her ferdek bi tena serê xwe, îlan û eşkere dike ku ji destê qudreta Saniê Hekîm derketine.
Qurana Kerîm dibêje
فَارْجِعِ الْبَصَرَ هَلْ تَرٰى مِنْ فُطُورٍ