Di guliyên evê burhana me de, fêkiyên heq û heqîqetê wusa pir in û wusa rast in ku jê re şik û şuphe namîne ku mesela tewhîdê ya ku di kakil û nuwa wê de ye, bi qasî ku qet tu wehim û weswese nemîne, heq û heqîqetekî hêzdar û rast, îhtiva dike. Him çiqilê vê burhanê ku li aliyê alema şehadetê şax vedaye û xwar bûye ku derheq ehkaman de ye, hemû rast û sidq û heq û heqîqet in. Û bîzzerûre, şax a wê ya herî mezin ku derheq tewhîd û xeybê de ye û dirêjî hêla alema xeybê bûye jî, dîsa bi heqîqetên sabît, meywedar e.
Him meriv gava hûr û kûr li vê burhanê temaşe bike, dê were fêm kirin ku ew zatê ku wê ya nîşan daye, di meseleya tewhîdê da –ku encam û esasê wê ye– ewqas emîn e ku qet tu şaîbeyeke tereddudê, qet tu ciyekî wê de, mêl nade û naxwuyê. Him ewê encamê, wek xaleke musellem û zarûrî, dike esasê hemû heqîqetan û bi hemû quwweta beyan û israra xwe, li wê bar dike ku ye. Û tiştên dinê, dadigerîne bal wê. Ew quwweta dijwara xîmê bingehîn, ne mumkun e ku sunî û sexte be. Him jî sikkeya îcaza li ser, her qisseyên wê, tesdîq dike. Îhtiyac ji tezkiyeyê re nahêle. Her wekî ku gotinên wê, ji wan tiştan e ku di wê de, sabît in. Belê her şeş aliyên evî burhanê rewnaq jî, şeffaf e. Li ser wê, îcaz e; di bin de, mantiq û delîl e; li aliyê wê yê rastê, îstintaq û danqisedana aqil; li hêla wê ya çepê, şahidiya wijdanê; li pêşî û hedefa wê de, xêr û seadet; noqteya wê ya îstinad û xwesipartinê, wehya mehza îlahî ye. Çi heddê wehmê ye ku bikeve wir.
Usûlên mîracên ku dirêjî erşê kemalatê dibin ku jê re merîfetê Sanî dibêjin, çar in.
Yeke Wê: Mînhac û metoda muheqqîqên sofiyeyên ehlê tesewwufê ne ku li ser tasfiye û paqijkirina ruh, îşraq û îlhama qelb, ava ye.
Ya Duduyan: Rêya mutekellîmên ehlê kelamê û felsefeya Îslamê ne ku li ser îmkan û hudûsê dimeşe.
Ev her du rê, her çiqas ji Quranê şax veda bin jî, lê ji ber ku fikrê beşer, ew qulibandine awakî din, dirêj û dijwar bûne. Ji wehm û wesweseyan, xalî nînin.
Ya Sisêyan: Meslegê hukema û ehlê felsefeyê ku şik û şubhe alûd e.