قُلِ اللّٰهُ ثُمَّ ذَرْهُمْ فِى خَوْضِهِمْ يَلْعَبُونَ
Elhasil, nazim û nîzam û întizam û îcaz a di nivîsîna kitêba kebîra kaînatê da ku burhanê me yê duduyan e, wek rojê nîşan dida ku eserên qudreteke bêhed in û hunerê ilmekî bê hudûd in û berhemên îradeyeke ezelî ne.
Pirs: Nazm û nîzama tam, bi çi sabît e?
Cewab: İlmên fennê yên kaînatê, ku wek hewwas û cesûsên benî beşer, bi îstiqraya tam, ewê nîzamê keşif kirine. Lewra, derheq her cins û newe’kî de, ilm û zanistekî çêbûye û ber bi çêbûnê ye. Her fennekî, bi hesabê kulliyeta qaîdeyê, nazm û întizama di newê’ xwe de, nîşan dide. Lewra, her fennek, îbaretê ji dustûrên qaîdeyên gelemperî û kullî ne. Nexwe, ger nezera şexsan, nîzamê îhate û dorpêç neke jî, bi wasiteya cesûsên fennê, dibîne ku însanê ekber(herî mezin), wek însanê esxer(herî piçûk), muntazam e. Her tiştek, li ser hikmetê hatiye danîn. Tu tiştekî bêkêr û abes tune. Ev burhanê me (Haşiye) , ne ku tenê erkan û ezayê wî, bîlakîs hemû hucreyên wî, heta hemû zerratên wî, her yekî wî, wek zimanekî zakir ê tewhîdê, tevlî dengê burhanê mezin ê bilind dibe û dibêje Laîlahe Îllallah û zikir dikin.
BURHANÊ SISÊYAN
Qurana Ezîmuşşan e. Tu gava guhê xwe bidî sîngê evî burhanê natiq, tu yê ji kûraya dil, sewt û sedayekî semawî yê xayet bala û heta bêjî ciddî û pir semîmî û gelek munîs û muqnî û bi burhan mucehhez, bibhîsî ku, Ellahû Laîlahe Îlla Hû yê tekrar dike. Him kakil û nuweya ku kaniya jiyana dareke meywedar e, tunebe –digel fêkiyên xwe yên mukemmel– yan jî ku rehên wê, pûç be, fêkî nade.