Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

piştî red û înkara Sanî, bi awakî dûrî aqilan û sosret û gosirmet, hatiye xeyalkirin ku eserên rewnaq ên qudreta ezelî, tabîetê çêkirine.

   Hal ew hale ku tabîet, matbaayeke mîsalî ye; tabi’ nîne. Neqş e; neqqaş nîne. Qabil e; faîl nîne. Mîstar û cetwel e; masdar û çavkanî nîne. Nîzam e; nazim nîne. Qanûn e; qudret nîne. Şerîeta îradî ye; heqîqeteke serbixwe nîne. Mesela, merivekî bîst salî, nişkê ve, were dunyayê, li ciyekî xalî, bikeve qesreke muhteşem ku bi eserên senetên nefîs ve xemilandî, him ferz bike ku ev qesra han, qetiyyen eserê yekî dervayê qesrê, nîne. Paşê gava ji bo eşyayê hundur ê muntezem, li sebeban digere, dema kitabeke ku qanûnên tenzîmê têda ne, bibîne; ewê kitabê –ji ber ku makes û neynika şuûrê ye– wek faîlekî, wek sebebekî izdirar û mecbûrî, qebûl dike. Va ye bi sebeb xefleta ji Sanî, xwe awha bi tabîeta ku îllet û sebebekî izdirarî yê ne maqûl û ne li cîh ve, xapandine.

   Şerîeta îlahî, dudu ne:

   Yeke wî: Şerîeteke ku ji sifatê kelamê tê ku kar û kiryarên beşer ên îradî û îxtiyarî têkûz û tenzîm dike.

   Ya duduyan: Şerîeta fitrî ye ku ji sifatê îradeyê tê û jê re ewamirê tekwîniye tê gotinê ku îbaretê ji yekûna qanûnên adetullahê ne ku li hemû kaînatê carî ne. Şerîeta ewil, çawa îbaretê ji qanûnên eqlî ne; şerîeta duduyan a ku jê re tabîet tê gotinê jî, îbaretê ji tevaya qanûnên îtîbarî nin. Xwedî tesîr û îcada ku xasseyên sifatên qudretê ne, nîn in (Haşiye) . Me berê di behs û beyana sirra tewhîdê de gotibû ku: Her tişt, girêdayî bi her tiştî ye. Ne mumkun e ku yek tiştek, bêyî hemû tiştan çêbe. Yê ku karibe yek tiştekî çêke, her tiştî çêkiriye. Êdî ku wusa ne, yê ku yek tiştekî çêkiribe, lazim û şert e ku Wahîd û Ehad û Ferd û Samed be. Ev sebebên tabîî yên ku ehlê dalaletê wan nîşan didin, him bêhed û hesab in û him haya wan ji hev tune û him kor in û dane destê tesadufa ema û îttifaqa şaş ku di herdu destê wê de, du heb kor hene. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat