Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Cewab: Ji ber ku qal û bal, sirf li ser dîtina bahaneyê ye; da ku nefsa xwe pê aş û mijûl bike. Lewma, ji ber ku bi nezereke tebeî û sethî, li wan tiştên batil û derew, dinêre; rastiya rewşê fehm nake û tênaghêje. Şayet bi qesta fehm kirinê û bi niyeta îqna ya nefsa xwe, lê mêze bike û bi wî awayî nêzîk bê, dê muhaliyet û ne maqûlbûna wê bibîne. Faraza ku qebûl bike jî, ji ber ku ji Sanî xafil e, bi wê mecbûriyet û izdirarê qebûl dike. Kufr û dalalet çiqas ecêb e ku ew merivê hişê wî, ezeliyet û îcada ku lazimê zarûrî û xasseya Zatê Zulcelal e, hilnade; çawa dibe ku (ezeliyet û îcadê) dide zerratên bêhejmar û tiştên aciz?

   Belê meşhûr e ku li hîv û hîlala eydê dinhêrîn. Kesî tiştek nedît. Camêrekî extiyar sond xwar û got: “Min hîlal dît.” Hale hale, hîlala ku dîtibû, têleke mûyê sipiyê mijangê wî bû ku ketibû ber çavê wî. De ka, mû li ku, hîv li ku? Hereketa zerreyan li ku, sebebê çêkirina cins û newa’n, li ku?

   Însan ji ber ku di xulq û fitreta xwe de mukerrem û ezîz e, li heqê digere. Carna batil tê desta, heq zen dike û di paşila xwe de vedişêre. Gava heqîqetê dikole, bêhemdê wî, dalalet ser de dikeve; heqîqet zen dike û dixe serê xwe.  

   Pirs: Çî ye ev tabîat û qanûn û quwa ku xwe pê dixapînin?

   Cewab: Tebîet, şerîeteke mezin û kubraya îlahî ye ku kar û kiryarên unsûr û ezayên cesedê xilqetê –ku jê re alema şehadet tê gotinê– hildide bin zept û rept û întizamê. Va ye ev şerîeta fitrî ye ku jê re sunetullah û tabîet tê gotinê. Û îbaretê ji yekûn û tevahiya qanûnên îtîbarî ye ku di xilqeta kaînatê de carî ne. Ew tiştên ku jê re dibêjin quwwe, her yekî wî, hukmekî evê şerîetê ye. Û ewên ku jê re qanûn tên gotin, her yeke wê, meseleyeke evê şerîetê ne. Feqet bi sebeb berdewamiya yeknesak û yekawatiya hukmên ewê şerîetê, wehm û xeyal lê bûne musellet û zor dane ser û qulibandine evê tabîeta hewaî û bi dest û pê kirine û wuhareng ev tebîet, ji xeyal û xerîcê, derbasî dilq û dirûvê heqîqetê bûye. Ji bela qabîliyeta bêxêr û bêkêr a nefsan ku xeyalê wek heqîqet dibîne û dide nîşanê, ketiye dilqê faîlê muessîr. Hale hale, digel ku qet tu munasebeteke tabîeta kor û bêhiş tune ku qelb, pê îqna bibe û fikir, jê razî be û qabiliyeta wê ya çêkirin û xwedîtiyê tune; sirf bi wehm û xeyala mecbûrî ya 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat