sifetan, mukemmeliyeta şuûn û kar û bar, nîşan dide. Mukemmeliyeta şuûnan jî, delaletê mukemeltiya zatê neqqaş û hosta dike.
Her wuha, ew mukemmeliyeta eserên ku di kaînatê de tête dîtinê, bi hedseke eyan û eşkere, mukemmeliyeta kiryaran dide nîşandan. Mukemmeliyeta kar û kiryaran jî, kemala navê fa’îl dide zanîn. Kemala nav jî, kemala sifatan derdixe holê. Kemala sifetan jî, işaretê kemala şuûn, kar û barê zatî dike. Kemala şuûnatê zatî jî, delaletê kemala Zatê Zulcelal dike.