Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

 

BURHANÊ PÊŞÎN

 

   Haqîqeta Muhemmedî ye ku bi pêxembertî û Îslamiyetê mucehhez e ku di hêla pêxembertîyê de, şehadeta hemû enbiyayê ku îcmaya herî muezzem û sirra tewatura herî fireh îhtiwa dike, dihundirîne. Û di aliyê Îslamiyetê de, ruh û tesdîqa hemû dînên semawî hildigre. Va ye, bi qewl û gotinên ku bi şahidiya hemû enbiya û bi tesdîqa hemû dînan û bi teyîda hemû mûcîzeyan hatiye qebûlkirin, hebûn û yekbûna Sanî, nîşanî beşer dide. Nexwe, di vê dew û îddiayê de, li ser navê hemû qenctirên benî beşer, ewê nûrê rava dike. Gelo heqîqeta ku çavekî evqas mezin û dûrbîn û kûr û tûj û zelal û heqîqetnas û mazharê evqas tesdîqan bûye, dîtibe; qet îhtimal heye ku ne rast be?

 

BURHANÊ DUDUYAN

 

   Kitêba kaînatê ye. Belê, hemû herf û xalên evê kitêbê, her yeke wî, bi tena serê xwe û bi hevra, bi zimanên xwe yên xusûsî, hebûn û yekbûna Zatê Zulcelal, dixwînin û 

وَاِنْ مِنْ شَىْءٍ اِلاَّ يُسَبِّحُ بِحَمْدِهِ

ê, mutalae dikin. Tevaya zerratê kaînatê ku her yeke wî, bi aliyên zat û sifat û h.w.d. ve, di nav îhtimalê bêhed de, bi tereddud in; ji ber ku di carkî de, alîkî dişopînin û bi sifetekî muayyen ve diwesifin û bi rewşeke mexsûs ve rewşen dibin û hikmetên heyretbexş nîşan didin, bi şahidîya wucûba wucûda Sanî, di nav latîfeyê rebbanî de ku numûneyê alemên xeybê ye, lambeya îmanê ku îlana Sanî dike, vêdixin. Belê, neferek çawa ku di şexsê xwe de û di deste û qorê xwe de û beşa xwe de û tabûra xwe de û artêşê de; her zerreyek jî, bi tena serê xwe, di hêla îmkanata rewşa zat û sifat û keyfiyetê de, îlana Sanî dike.

   Di her meqamekî de û di her nîspetekî de û di her daîrekî koma kompleksa kaînatê de ku dişibihe sûretên di nav hev de; her zerreyek, muwazeneya cereyana umûmî muhefeze dike. Û di her nîspeta wê de û ji ber  ku di her deste yê de, wezîfeyên cuda cuda tînin cîh û hikmetên bi wî rengî nîşan didin û ji bo ku qest û hikmeta Sanî eyan dikin û ayatên hebûn û yekbûna Wî dixwînin, 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat