بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَنِ الرَّحِيم
اَلْحَمْدُ لِلّٰهِ رَبِّ الْعَالَمِينَ وَالصَّلاَةُ وَالسَّلاَمُ عَلٰى مُحَمَّدٍ خَاتَمِ النَّبِيِّينَ وَعَلٰى اٰلِهِ وَصَحْبِهِ اَجْمَعِينَ
اَللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ الْحَىُّ الْقَيُّومُ
meqsûdê me ye, metlûbê me ye. Em ji delîlên wê yên bêhed, jê çar burhanên kullî, pêşkêş dikin.
Burhanê Pêşîn: Muhemmed Eleyhîsselatû Wesselam e. Ev burhanê me yê rewnak, ji ber ku di Şûaat ê de ronhî bûye, di rave û rohnîkirina îddia me de, neynikeke nûrefşan e.
Burhanê Duduyan: Kaînata ku kitêba kebîr û însanê ekber e, (yanî kaînata ku kitêba mezin û însanê herî mezin e).
Burhanê Sisêyan: Kitêba Mucîzul Beyan, Kelamê Eqdes e.
Burhanê Çaran: Berzex û noqteya hevpar a alema xeyb û şehadetê û noqteya hevrûyê ya seyyaratên ku ji her du aleman tên, fitreta zîşuûr e ku jê re wicdan tê gotinê. Belê, fitrat û wicdan, pencereyek e. Tîrêj û şûayên tewhîdê diîse û direşîne.