Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Î’lem eyyuhel ezîz! Di alemê de, tesaduf tune. Belê, xasma di fesla biharê de, li baxçeyên rûyê zemîn, li ser hemû guliyên daran, li ser pelgên kulîlkan, li ser simlên zeviyan, bilbilên hikmetê, ayatên hikmetê dibilbilin û distirên. Ku meriv bi guhê îmanê û bi çavê basîretê, guhdariya van newa û naxmeyan bike, heta şeytanên tesadufê jî, qebûl dikin û dibin heyran.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Tu gava bi baweriya tewhîdê, hemû eşya, nespêrî Wahidê Ehed, ew çax tu yê mecbûr bimînî ku îlahên bi qasî hejmarên tecelliyên îlahî yên ku li hemû ferdan dike, qebûl bikî. Belê, dema ku tu çavê xwe ji rojê re bigrî û têkiliya xwe bi tîmsalên wê re bibirî, vêca mecbûr dibî ku bi qasî hejmara tiştên ku ji rojê re dibin eyne û makes; hebûna rojên heqîqî, qebûl bikî.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Gava tu bi hinek aliyan ve, diçî fena û zawalê, mayîn û beqaya te ya di ilm û meşhûdat û melûmata Xaliqê Rehmanê Rehîm de, bese ji bo beqa te.

   Yaw, her tiştî bide xwediyê wî yê heqîqî yan jî bispêre wî. Bi navê wî hilde; da ku rehetiyê bibînî. Yan na, ew çax tu yê mecbûr bî ku ewqas îlahan qebûl bikî ku evî eşyayê evqas pir, çêkin û nîzam û întizama wan, temîn bikin.

 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat