Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

Hedîsa Şerîfa ku ferman dike

اَقْرَبُ مَا يَكُونُ الْعَبْدُ مِنْ رَبِّهِ وَهُوَ سَاجِدٌ

 , îşaretî bal evê sirê dike û jê re şahid e. Êdî ku wusan e, ey heval, ji xweliyê û qulibîna bi bal xweliyê, ji qebrê û ji çûyîna qebrê netirse û jê vaneciniqe!

   Î’lem eyyuhel  ezîz! Gava aqilê min dihizire û dimeşe, carnan dibe hevalê qelbê min. Qelb tiştê ku bi zewqa xwe ve dibîne, dide aqil. Aqil jî, ça ku edetê wî ye, bi temsîleke di şiklê delîlê de, nîşan dide. Mesela, çawa ku Fatirê Hekîm, bi dereceyeke bê hed û hesab dûrê kaînatê ye, her wusa jî, nêzîktayiyeke Wî ya bêdawî jî, heye. Belê çawa bi ilm û qudreta xwe, di hundirê hundirê her tiştî de ye; wusan jî, dervayê hemû dervayan e. Çawa ku di hundirê qe tu tiştekî de nîne; her wusa, li dervayê qe tu tiştekî jî, nîne. Belê, ca li mamulatê qudretê yên li rû erdê ku mezherê eserê rehmeta Wî bûne, binêre; da ku hebekî evê sirê, bizanibî.

   Mesela, Saniê ku di demekî de du tiştên ku yekî li erdê û ya din li asîman, yekî li rojhilat û ya din li rojava, çêdike; lazim e ku qasî mesafeya di navbera wan tiştên ku hatine xuliqandin, dûr be. Û her wuha, ji ber ku qeyyûmê her tiştî ye jî, ji her tiştî zêdetir, nêzîkî her tiştî ye jî. Ev sirra hanê, ji xasse û taybetmendiyên daîra wucûb û tecerrud û itlaqê ye. Û îcaba firqiyeta di navbera mahiyeta faîlê eslî û mefûl –ê ku mexlûq û zillî ye– de ye. Mesela, roj ji ber ku qeyyûmê tîmsalên xwe ye, xwediyê nêzîktiyeke bêhed e, ji wan ra. Lê qasî mesafeya di navbeyna siya neynikê û eslê wê yê li asîman jî, dûr e.

 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat