Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

Rind binêre! Çawa ew qismê pêşîn, bi ilm û îttiqanê, mesnûê Sanî e, qismê duduyan jî, dê mesnûê eynî Ewî Saniî be. Her du qisim jî, di bin çavdêriya Sanî de ne. Lewma, vejiyandina ecdad û îadekirina wan, ji çêkirina ewladan xerîbtir û balkêştir nîne. Hetta ehventir û hêsantir e. Va ye ji vê muqayeseyê hate fêhm kirin ku wuqûata zemanê borî, hin mucîze ne û şehadet dikin ku Sanî, qadirê îmkanatên pêjerojê ye.

   Belê ev mewcûdat û ecramên ku di bostanê kainatê de tên xuyan, xarîqe ne ku delalet dikin Xaliqê wan qadir û alimê her tiştî ye.

   Her wuha, nebat û gîha û heywan, bi cins û ferdên xwe, xarîqeyên senet in ku şehadet dikin Saniê wan qadirê her tiştî ye. Belê, çawa li ber qudreta Wî, roj û zerre, yek in; her wusa, nûşînbûn û neşra pelgan û vejîn û heşra însan jî, yek in. Û her wuha, ferqa di navbera wê û nûvejîna pelên daran ên hişk û pûç bûyî, tune ye.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Qurana Mucîzul Beyan, ji ber ku pirî caran bi tekrar balê dikşîne ser vejîna erdê û unsurê xweliyê, lewma jî feyzeke awha, niqutiye dilê min ku; erd çawa ku dilê alemê ye, unsurê xweliyê jî qelbê erdê ye. Rêya herî kin a ku dighîne meqsûdên wek tewazû û mehwiyetê jî, xwelî ye. Hetta xwelî, rêyeke ku ji semawata herî bilind, bêtir nêzîktirê Xaliqê semawatê ye. Lewra di kainatê de, ya herî munasibê tecelliya rubûbiyetê û fealiyeta qudretê û meqarrê xîlafetê û cilweyên îsmê Heyy û Qeyyûm, xwelî ye. Çawa ku erşê rehmetê li ser avê ye, erşê heyat û îhyayê jî, li ser xweliyê ye. Xwelî, neynikeke herî bilind e, ji tecelliyat û cîlweyan ra.

   Belê, eynika tiştekî tîr û kesîf, çiqas letîf û rewnak be, sûretê ewî tiştî, ewqas bi eşkere nîşan dide. Û neynika tiştekî letîf û nûranî jî, çiqas tîr û tarî be, cîlweyên esma, ewqas cilwedar û bi cemal rava dikin. Mesela, di eynika hewayê de, tenê taveke rojê ya zeîf tê xuyan. Di eyna avê de, her çiqas roj bi tevî tava xwe dixuyê jî, lê heft rengê rojê nayê xuyan. Lêbelê neynika ax û xweliyê, bi rengên kulîlkên xwe, heft rengên di tava rojê de jî, nîşan didin. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat