Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Lewma, nankoriya li hemberî nîmetên bi vî rengî û neşikirîna wan, ketm û kufrana nîmetê ya herî mezin, tê hesêb. Digel vê qasê, hin însan hene ku ji bo nîmetên xusûsiyên aidê şexsê xwe, her çiqas şukrê dikin; lê ev nîmetên giştî, her wekî ku şamilê wan nîne, qe nayê bîra wan jî. Hal ev hal e, nîmetên herî mezin, yên ku daîmî û giştî nin. Çawa giştîtî, delîl e ji kemal û ehemniyetê re, dewam jî, delaletê bilindahî û qiymetdariyê dike.

   Î’lem eyyuhel ezîz!  Ew hikmetên ku îcaba tekrara hin ayetên Qurana Mucîzul Beyanê dikin, îcab û îqtizaya tekrara hin dua û ezkaran jî dikin. Lewra, Quran çawa ku kitêba heqîqetê û şerîetê ye, kitêba hikmet û merîfetê ye; her wusa kitêba dua û dawet û zikrê ye jî. Di duayê de, tekrar; di zikrê de, tezkar û bîranîn; dawetê de, te’kîd û te’yîd lazim in.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Meziyeteke Quranê ya bilind jî, ev e ku: piştî behsên aîdê kesret û pirhêlîyê, kurtebeyanên wehdetê dinivîse. Li dû beyana berfireh, îcmal û kurt dike. Di dawiya behsên cuziyatan de, dustûrên rubûbiyeta mutlaq û namûsên kemala sifatan, bi kurtasî bibîr dixe. Faîdeya van fîhrîstên ku dawiya ayatan de tên, ew e ku: encam in yan jî îllet û sebeb in, ji bo wan pêşgotinên ku di navîna ayetan de derbas dibin. Da ku fikrê guhdaran, bi wan cuziyatên di ayetan de derbas dibin ve mijûl û muşeweş nebe û ezameta merteba ulûhiyeta mutlaq, jibîr neke û her wuha zirar nede fikra ubûdiyeta wî.

    Î’lem eyyuhel ezîz! Hîmmet û medet û feyzbexşîya weliyan a bi fîîlên xwe yê manewî, duayekî halî yan jî fîilî ye. Yê Hadî, Muxîs, Muîn, her Xweda ye. Lêbelê di însan de latîfeyekî wusa û haletekî wusa heye ku, bi zimanê wî latîfeyî, her çi were xwestin, hezkî bila fasiq be, Xweda Telala, ji bo hurmeta ewê latîfeyê, ewê daxwazê tîne cîh. Her çiqas ew latîfe, bi dûrî ve ji min ve hatibe xuyan jî, min nekarî bûm ku teşxîs bikim.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Di navbera rewşa borî ya ku tevî şumula ilm û yeqînê ye û rewşên pêşerojê yên ku di bin perda şik û şuphê de ye, muqayeseyeke awha bike:

   Di nav sîlsîla nesebê xwe de, xwe di cîhê kalekî de ferz bike û rûnê. Paşê bala xwe bidê, ka di navbera ecdadê te yê di nav qafîleya mewcûdatê mazî de ye û ewlad û neslê te yê ku hêj di rehma îstiqbalê de ne û peyder pey derdikevin wucûdê de, tu ferq heye? 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat