Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

dema mukafat û netîceyê de, jibîrkirina nefsê, kemal e. Lewma, ehlê kemal û ehlê dalal, di hêla jibîrkirin û derxatirê de, dijberê hev in. Belê yê ku dalaletê de be, gava teklîfa kar û bar û îbadetekî de, serê xwe radike û dibe Fîrewn. Lê di belavkirina mukafat û menfîetê de, terka zerreyekî jî nake. Lêbelê ehlê kemalê ku nefsa xwe jibîr dike, di dema xebat û tefekkur û sulûkê de, beriya her tiştî nefsa xwe, dajo pêşiyê. Feqet di encam û menfîet û faîdeyan de, nefsê ji bîr dike û paşta dikşîne.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Di îbadet û duayên mumînan da û di nimêjên wanên ku bi cimaetî dikin û di îbadetên wan ên din ku bi hevra û bi hevkarî pêk tînin de, sirrekî mezin heye ku her ferdek, sewabekî ku ji sewabê xwe yê ferdî pir zêdetir, ji cemaetê qezenc dike. Û her ferdek, ji yên din re dibe duago û şefaetkar û şahidê beratê; xasma ji Pêxember Eleyhîsselatu Wesselam ra… Û her wuha, her ferdek ji seadeta hevalên xwe, kêfxweş dibe û dibe namzedê seadeta ebedî û ebdîtîya Xellaqê kaînatê.

   Va ye bi wê hevkarî û teawuna ku bi saya cimaetê, di navbera mumînan de pêk tê, wezîfa xîlafetê hilgirtiye û mezherê emanetê kubra bûye; her wuha jî, di nav mexlûqat de, unwanê mukerrem sitendiye.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Yekî ku dûrî tiştekî be, nikare qasî merivê nêzîk, ewî tiştî bibîne. Çiqas zîrek dibe bila bibe, derheq rewşên ewî tiştî de, gava îxtilaf çêbe, gotina yê nêzîk, muteber e. Lewma, fîlozofên Ewrûpayê, ji ber bi îştixala maddiyatê ya bi şîddet, ji heqîqetên îman û Îslam û Quranê, pir dûr ketine. Yê herî mezinê wan, qasî mumînekî amî yê ku nêzîk ve dişopîne jî, nîne. Min awha dît. Rastiya rastîn jî, tesdîqa tişta ku min dîtiye, dike. Lewma, meriv nikare bêje fîlozofên ku meseleyên fennî yên wek birûsk, buxar, keşif kirine, dikarin esrarên heqqê û nûrên Quranê jî keşif bikin. Lewra, aqilê wî, di çavê wî de ye. Çav jî, tiştê ku qelb û ruh dibîne, nabîne. Lewra di qelbê wan de, heyat nemaye. Xefletê, ew qelbana, di lîl û hezeka tabîatê de, pûç kirine.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Nîmetên umûmî yên wek çav, guh, av, hewa, ji ber ku bêtir girîng û qîmetdar in; ji nîmetên xusûsî û şexsî, qat bi qat zêdetir û pirtir, musteheq û hêjayî şukrê ne.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat