Dîsa di guherîn û înqilabên salane de, mirin û zewala sebeb û musebebatan a bi hev re, û paşê îadeya wan a bi hev re; çawa delalet dike ku sebeb jî, mîna musebeban, mexlûq û mesnû’ên aciz in; her wusa jî, şahidiyê dikin ku ev mesnûat û mevcûdat, sen’etekî guherbar ê zatekî Wahîd e.
LEM’EYA SÊZDEHAN: Ey heval! Ji zerreyan bigre heta seyyaran û ji neqşê li ser mexlûqat, heta roj û galaksiyên kaînatê, her tişt bi zimanê halê ecz û feqra xwe ku di heqîqeta wan de sabît e, îcaba hebûna Sanî, îlan dikin.
Dîsa tevî ecza xwe, bi hêla wan wezîfeyên ecêb û muhim ku ji bo muhafezeya nîzama umûmî pêk tînin ve, delaletê li ser yekbûna Sanîê xwe dikin. Ji ber vê qasê, çawa ku ji bo wucûba wucûda Sanî û yekbûna Wî, di her tiştî de du şahid hene, her wusan jî, di her tiştekî jîndar de, ji ehediyet û samediyeta Xaliq re jî, du ayet hene. 1
LEM’EYA ÇARDEHAN: Ey heval! Çawa mewcûdat yanî ev tiştên heyî, ji îcaba hebûna Xweda re û yekbûna Wî re şahidîyê dikin; her wusa, ji temamê sifatê Wî yê celalî û cemalî û kemalî re jî, delaletê dikin û her wuha îlan dikin û didin zanîn ku çawa di zatê Xaliq de neqs û qusur tune ye, her wusa jî, di sifat û esma û efa’l û şûûnatê Wî de jî, kêmasî û qusûr tune ne.
Lewra kemala eserê, bi eyan û beyan delaletê li ser kemala fîîlê dike; kemala fîîlê, bi bedahetî delaletê li ser kemala îsmê dike; kemala îsmê, bîzarure delaletê li ser kemala sifatan dike; kemala sifatan, bi hedseke qet’î, delaletê ser kemala şuûn û kar û bar dike; kemalata şûunat jî, bi awakî heqelyeqîn, kemala zatî dide nîşandayînê.
Ji ber vê yekê, mukemmeliyeta nexş û xemlên qesrekî û yan koşkekî, delaletê mukemmeltîya kiryarê ewî sene’etkarî û muhendîsî ku li ser wan neqşan de û di bin wan xemlan de tên xuyan. Mukemmeliyeta fîîl û kiryaran jî, dide zanîn ku nav û unwanên ku ewî hostayî li wan kiriye, mukemmel in. Hêjayiya wan esma, delaletê ser hêjayiya sifetan dike. Mukemmeliyeta