Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Her wuha, mesnûekî di kitêba qudreta ezelî de, qasî cirmê xwe û tenê di hêlekî de, delaletî ser nefsa xwe, dike. Lê bi gelek aliyan ve, delaletê Neqqaşê Ezelî dike. Û ji esmayê ku lê tecellî dikin, jê qesîdeyeke dirêj, çêdike. Ji qaîdeyên muqerrer e ku: “Mena herfî, ji hukmê qestî re, nabe mehkûmû eleyhî û tetqîqat li ser mena herfî çênabin. Lê mena îsmî, dibe cîh ji her hukmî re, çi yên rast çi jî yên derew.” Ji ber vê sirrê ye ku di kitêbên felsefê yên ku bi mena îsmî li kaînatê dinhêrin de, hukmên derheq kainatê de, bi rastî her çiqas ji konê pîrhevokê jî zeîftir in, lê zahiren muhkem tên xuyanê.

   Ehlê kelamê, bi mena herfî û ji bo delîlbûnê û bi nezereke tebeî, li meseleyên felsefî û ilmên kewnî dinhêrin. Hetta te’bîra ku roj lambe ye, erd dergûş e, çêya sitûn in, ji bo îspata îddîayên ehlê kelamê kafî ye. Hetta bîr û rayên ehlê kelamê, piştî ku mutabiqê hîs û hestên umûmî û melûmata amme bûn, hedîse, ku ne muwafiq û rast be jî, zirar nade muddeaya wan û musteheqê tekzîbê jî nabin. Lewma, rayên ehlê kelamê, di meseleyên felsefî de, zeîf û piçûk têne dîtin. Lê di meseleyên îlahî de, ji hesin qewîntir û metîntir in.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Efû û mexfîreta Xwedê Telala ya ji gunehkaran re, lutf û kerem  e; ezabdayîn, edl e. Belê ew merivê ku zehir bixwe, li gor edetullaha ku qanûna Xweda ye, musteheqê nexweşî û mirinê dibe. Paşê gava nexweş keve, edl e. Lewra cezayê xwe dikşîne. Ku nexweş nekeve, ew çax dibe mazharê fezla Xweda. Di navbera guneh û ezabê de, têkiliyeke xurt heye. Hetta ehlê mezhebê Mutezîle, di heqê gunehan de, ji rêya rast derketine û çawa şer û gunehan nedane Xweda, her wusan jî, tezîb û cezayê ji bo gunehan jî, wek wacib dîtine. Ew şerrê ku musteheqê ezabê ye, ziddê rehmeta îlahî nîne. Lewra şer, dijê qanûna nîzama alemê ye.

     Î’lem eyyuhel ezîz! Însan, (kelîmeya însan) ji ber ku ji nîsyanê hatiye, muptelayê nîsyan û jibîrkirinê ye. Nîsyana herî xirab ew e ku meriv nefsa xwe, jibîr bike. Feqet di dema xebat û xizmet û tefekkurê de, jibîrkirin û nîsyana nefsê, yanî ku meriv karekî nedê, dalalet e. Piştî ku xizmet hatin kirin, 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat