Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Nukteya Sisêyan: Meqsedên esasî û mijarên bingehîn ên Quranê, çar in: îbadet û tewhîd, rîsalet, heşir, edalet e. Meseleyên dinê yên ku behs dike, bes wesîleyên van meqsedan e. Ji ber vê yekê, tefsîlat û dirêjkirina di wesîleyan de, muxalif û dijberê qaîdeyên wê meseleyê ne. Lewra meşxûliyeta bi tiştên malayanî, meqsedê dihêle paş. Lewma, di hinek meseleyên kewnî de, Qurana Mucîzul Beyan îhmal kiriye, yan jî sergirtî çûye, yan jî kin biriye. Û her wuha, piraniya muxatabên Quranê, awam in. Hiş û fehmê sinifa ewamê, naghêje wan heqîqetên îlahî yên qismê zor û zirav. Bes lazim e ku bi temsîl û îcmalê, nêzîkî fehmê wan be. Lewma, Quran pirî caran temsîl û mîsalan, zikir dike. Û derheq hin meseleyên ku dê di pêşerojê de keşif bin de jî, kin dibire û îcmal dike.

   Nukteya Çaran: Ev nukteya, ji aliyê mutercîm ve, nehatiye wergerandin.

   Nukteya Pêncan: Evê nukteya han, muellifê muhterem, ji vir rakiriye.

 

   Dilopa Şeşan

 

   Quran, bi gotinên dinê yên mayî re, nayê muqayesekirin. Di navbera wan de, munasebet tune ye. Belê, tiştên ku quwwet didin bilindahî û rindayî û hêz û xweşikayiya gotinê, çar in. Ew jî ev in: Metekellîm, muxatap, meqsed, meqam. Nexwe gava bixwazî dereca quwweta gotinekî fêhm bikî, vêca li faîl û muxatab û armanc û mijara gotinê binêre. Li gor dereca vana, dereceya gotinê, tê zanîn.

   Belê, mesela: Gava ew kelama, emir û nehiy(qedexe) be, ji ber ku îrade û qudretê jî îhtiwa dike, li gor dereca xwe, qat bi qat zêde dibe. Mesela: bi ayeta

يَۤا اَرْضُ ابْلَعِى مَۤاءَكِ وَيَا سَمَۤاءُ اَقْلِعِى

îrade û qudreta qet’î û bilind ku emrê daye erd û asîman îhtiwa dike, di cî de ewrên asîmanî dikişin û erd jî ava xwe, hildiçine. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat