Û ya çaran: Quran, kitêbek e wusan e ku hemû dem û dewran rohnî dike û temamê însanan îrşad dike. Ji ber vê qasê, li gor îcaba belaxata îrşadê lazim e ku di wan meseleyên di nezera piraniya însanan de eyan û beyan e de, wan mecbûrê muşeweşî û şupheyê neke. Û divê tiştekî ku li ba wan, li ber çavan û pênas û mexsûs e, bi awakî fuzûlî neyê guherandin. Û her wuha, di wezîfa esliya îrşadê de, tiştê ku ji pirê însanan re, nelazim in, gere bên îhmal û kurtkirin. Mesela: Behsa rojê de xaye, ne roj bi xwe ye. Bes, qala wezîfeyên wê –yên ku tiştne xarîqe ne ku alemê rohnî dike û navenda nîzama xilqetê ye û merkez e ji alemê ra– dike. Û wuhareng, ezameta qudreta Xaliq, li pêşberî fikr û raya giştî radixe û rave dike.
Nukteya Duduyan:
وَجَعَلَ الشَّمْسَ سِرَاجًا
Pirs: Çima roj, wek sîrac û lambeyê hatiye binavkirin û tewsîfkirin? Hal ew e ku li gor ehlê fennê, roj girêdayî dunyayê nîne ku jê re bibe lambe. Bîlakîs ew merkez e û dunya û gersitêrk, girêdayî wê ne.
Cewab: Tabîra siracê îşaretê teswîreke wuha dike ku: Alem wek qesrekî ye. Hemû mewcûdat jî, çawa xeml û xêz û eşyayên wê qesrê ne. Roj jî, lokoz û lambeyeke îlahî ye ku ehlê wê qesrê rohnî dike. Û her wuha, tabîra sîracê bi bîrxistinek e ji bo rehmeta berfireha ku ji rubûbiyeta Xweda Telala tê û bo dereceya înam û îhsana ku di nav wê rehmetê de ye. Û îlanek e ji bo wehdaniyet û hebûn û yekbûna Wî ya di nav ezameta selteneta Wî da. Û nîşan dide ku ew roja terikiya ku muşrîk wêya weke mebûd dihewînin, di qesra alemê de, bi xizmetkariya wek lambeyê wezîfedar e û xulam û memûrekî emirber e. Melûm e ku tiştekî camidê bêcanê ku xizmetkariya wek lambeyê dike, ma qe hêjayî îbadetê ye? Ma layîqê mebûdîyê û hebandinê ye?