Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Lê Quran, ji heq hatiye û bi heq nazil bûye û diçe heqîqetê. Bi maneya herfî, li mewcûdatê dinêre û bi hesabê Xaliqê wan, wan dide xabatê.

   Pirs:Lazim e ku derheq rewş û reng û tevgerên cîsmên esmanî yên bilind û nimiz de, wek ilmê fennê bê beyankirin, lê Quranê çima muphem û ser girtî hîştiye.?”

   Cewab: Meseleyên awha de, îbham û sergirtin, baştir e. Û kurtebeyan, rindtir û xweşiktir e. Lewra Quran, bi awakî îstidradî û tebeî û ji bo delîltiya zatê Xwedê Telala, behsa kaînatê dike. Şertê ewil ê delîltiyê ew e ku lazim e delîl, ji netîcê eyan û eşkeretir be. Ger wek îştiha û hewesa ehlê fennê, bigota “Li sekana rojê û li hereketa erdê binhêrin û ezemeta Xweda fêhm bikin”, ew çax delîl, ji netîce û muddeayê girtîtir û xefîtir dima. Û pirê însanan, ji ber ku di pirên zemanan de, dê fêhm nekirana; dê biketana înkarê.

   Hal ew hal e, di dema îrşad û rêberiyê de, dereca serwextiya piraniya xelqê, esas e û îcab dike ku li gor wan were qisedanê. Her wuha, di wê rîayeta ku ji piraniya însanan re tê kirin de, mehrûmiyeta kêmhejmar û hindikayiyan çênabe. Lewra, ewana jî îstifade dikin. Lê gava mesele berevajî be, ew çax piraniya îsanan, mehrûm dimînin û nikarin îstifade bikin. Lewra, hişê wan tênaghê.

   Û ya duduyan: Ji şanê belaxata îrşadê ye ku meriv li gorî nezera xelqê ewam û hîssiyata gelemperî û fêhmdariya cumhûrê însan, tevbigere. Da ku nêrîn û nezeran veneciniqîne û fikran dûr nexe ji qebûlê. Lewma, xîtaba herî belîxa ku ji cumhûr re tê kirin, ya sehl û hêsa ye ku wan aciz neke. Divê kurt û muxteser be; da ku bêzar nebin. Gere kin be; da ku ji dirêjaya zêde, nekerixin.

   Û ya sisêyan: Behsa Quranê ya ji rewşa mewcûdat, ji bo Xaliqê wan e. Ne ji bo wan bi xwe ye. Lewma, li ba Quranê, meseleyên kaînatê yên herî muhim ew in ku, li Xaliq dinhêrin. Lê ilmê fen û felsefeyê, Xaliq naxe nav tiştan. Behsa meseleyên kaînatê bi xwe, dikin. Û her wuha Quran xîtabê hemû însanan dike. Û rîayetê fêmdariya piraniyê dike. Da ku bibin xwedî zanîneke rast û durust. Lê fen, tenê bi ehlê fenê re xeber dide. Ewamên ku piraniya xelqê ne, hilnade ber çavan. Piraniya xelqê di teqlîdê de dimînin. Ji ber vê qasê, ew îhmal û kurtebeyana ewê tefsîla ilmê fennê, li gor menfîeta giştî û mesleheta amme, eynî îsabet û eynî hikmet bi xwe ye. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat