Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Lewma, tekrara ayet û gotinan, ji ber tekrara îhtiyacan e. Û dîsa îşaret e ji îhtiyaca zêde ya bi bal hukmên bi wî rengî ve.

   Xala Çaran: Melûm e, ji ber ku Quran, çawa esl û esasê evî dînê mubînê mezin, û binyad û bingeha Îslamiyetê saz dike; wusan jî, kitêbeke welê ye ku rewşa jiyana civakî jî, diguherîne. Melûm e, însanê ku muessîs û avakar be, ji bo wan esasên ku datîne, bi awakî baş bicîh bike; pir hewceyê tekraran e. Belê, tiştê ku tekrar be, sabît dimîne, bicîh dibe, nayê jibîrkirin.

   Û dîsa, Quran, murşîdekî rêberê umûmî ye ku pirs û daxwazên tebeqeyên cihê ku bi hal û qal tên kirin, dibersivîne û cewab dide wan. De ka melûm e, gava pirs tekrar bike, cewab jî tekrar dibe.

   Xala Pêncan: Melûm e ku Quran, qala meselên pir mezin dike. Û qelban, dawetî îman û tesdîqê dike. Û behsê tîne ser heqîqetên pir hûr û kûr. Bala aqil, dikşîne ser merîfetê. Lewma, ji bo ku ew mesele û heqîqetên kûr, di fikr û qelban de, bicîh bin û tespît bibin; ihtiyac bi tekraran heye ku di sûretên cihê de û bi awayên cûrbecûr, bên kirin.

   Xala Şeşan: Melûm e ku ji bo her ayetekî, zahirekî heye, batinekî heye; heddekî heye, muttalaekî heye. Û ji bo her qisseyekî Quranê, gelek alî û hukm û faîde û meqsed hene. Lewma, ayeteke muayyen, li her ciyî, ji bo aliyekî dinê yê munasib û bo faîdeyekî, hatiye zikir kirin. Ji ber vê qasê, her çiqas wek tekrarê bê xuyanê jî, di heqîqetê de, ne tekrar e.

Dilopa Çaran

 

   Emê di nav Şeş Nukteyan de, ewê dereceya îcaza Quranê ya ku qismekî meseleyên kewniyên felsefî, bi îhmalê; qismekî wî jî, sergirtî û bi îbhamê; qismê din jî, bi kurtayî û îcmalê; îşret kiriye, îzah bikin.

   Nukteya Pêşîn: Pirs: “Çima Quran jî, mîna felsefe û hikmetê, behsa kaînatê nake?”

   Cewab: Felsefeyê rêya heqîqetê şaş kiriye. Bi maneya îsmî, li kaînatê dinêre û kaînatê, li ser hesabê kaînatê, dide şuxulandinê. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat